Dê NY`yî zêdekirina alîkariyên mirovî ji bo Efganistanê nîqaş bike

Bi armanca zêdekirina alîkariyên mirovî ji Efganistanê re, dê NY`yî hefteya bê civîneke payebilind li dar bixe.

Dê NY`yî zêdekirina alîkariyên mirovî ji bo Efganistanê nîqaş bike
4 îlon, 2021   07:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres, Stephane Dujarric ragihand ku ji bo zêdekirina alîkariyên mirovî ji bo Efganistanê, dê 13`ê Îlonê Guterres civîneke payebilind li dar bixe.

Stephane Dujarric got wê di civînê de banga zêdekirina fînansekirina xebatên mirovî were kirin. Her wiha diyar kir ku mafên jinan beşeke sereke ji bo îstiqrara Efganistanê di dema pêş de ye.

Dujarric destnîşan kir ku ji ber şerê demdirêj, ziwabûn û pandemiya covid-19, Efganistan li ber karesateke mirovî ye.

Li gorî NY`yî, pêwîstiya nîvê niştecihên Efganistanê bi alîkariyên mirovî heye, ku hejmara wan 38 milyon kes e. Her wiha zêdetirî nîvê zarokên di bin 5 saliyê re, dê di dema pêş de dê bi birçîbûnê re rû bi rû bimînin.

Dujarric ji rojnamevanan re diyar kir ku ji bo gihandina alîkariyên mirovî, NY`yî rêwîtiyên hewayî dimeşîne û hewl tê dayîn ku hejmara wan rêwîtiyan bê zêdekirin.

(şx)