Şandeyeke Lubnanê ya payebilind îro serdana Şamê dike

Ji destpêka aloziya Sûriyê ve, îro cara yekemîn dê şandeyeke wezaretê ya Lubnanê serdana Şamê bike. Di serdanê de dê mijara kişandina gazê û enerejiyê ji Misir û Urdunê bi rêya Sûriyê, bê nîqaşkirin.

Şandeyeke Lubnanê ya payebilind îro serdana Şamê dike
4 îlon, 2021   08:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgehên çapemeniyê yên herêmî ragihandin ku îro şandeyeke wezaretê ya Lubnanê dê serdana Şamê bike û mijara kişandina gazê û enerjiyê ji Misir û Urdunê di Sûriyê re, nîqaş bikin.

Çavkaniyekî ji Wezareta Enerjiyê û Avê ya Lubnanê ji AFP`ê re piştrast kir ku armanc ji vê serdanê ew e ku hikumeta Şamê karibe projeyê bidomîne.

Li gorî rojnemaya Şerq El-Ewsat, şandeya Lubnanê ji cîgira serokê hikumeta demkî, wezîra parastinê û karên derve Zêna Ekar, wezîrê diravî Xazî Weznî, wezîrê enerjiyê Rîmon Xecer û gerînendeyê giştî yê ewlehiya giştî Ebas Ibrahîm pêk tê. Tê gotin dê civînê li Wezareta Karên Derve ya Sûriyê bê lidarxistin.

Ji destpêka aloziya Sûriyê ve, ev cara yekem e ku şandeyeke payebilind a Lubnanê serdana Sûriyê dike.

Lubnan ji beriya salekê ve bi Misirê re dan û standinan dike da ku gazê bi rêya Urdun û Sûriyê bikişîne, lê belê cezayên Amerîkayê yên li ser Sûriyê li hember vê peymanê bûn asteng.

(dm)