Dan û standinên li Derayê bi bin ketin

SOHR`ê ragihand ku dan û standinên di navbera komîteyên danûstandinê yên Derayê û komîteya ewlehiyê ya girêdayî hikumeta Şamê de yên bi navbeynkariya Rûsya, bi bin ketine.

Dan û standinên li Derayê bi bin ketin
4 îlon, 2021   07:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Dan û standinên ku ev du roj in li Derayê di navbera komîteyên danûstandinê yên Derayê û komîteya ewlehiyê ya hikumeta Şamê de pêk tên, bi bin ketin. Her du alî hev du bi sedema binketina dan û standinan tawanbar dikin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku komîteyên Derayê radestkirina çekan red kir û nehişt ku hêzên hikumeta Şamê derbasî bajêr bibe û bi ser taxên bajêr de bigire, ji ber wê dan û standin bi bin ketin.

Rûsya jî komîteyên Derayê tawanbar dike ku lihevkirina radestkirina çek û çaresekirina rewşa hemû çekdarên xwecihî binpê kirine.

Komîteyên dan û standinê yên Derayê bang dikin ku kesên naxwazin rewşa xwe bi hikumeta Şamê re çareser bikin, wan bişînin Urdunê yan Tirkiyê.

(şx)