​​​​​​​Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê navên 100 kesên hatine revandin, eşkere kirin

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê navên zêdetirî 100 şêniyên ji Efrîna dagirkirî di navbera 29`ê Tîrmehê û heta 23`yê Tebaxê de ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine revandin ji ANHA`yê re eşkere kirin. Armanca dewleta Tirk ji vê yekê ku şêniyên resen koçber bike û demografiya herêmê biguhere.

​​​​​​​Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê navên 100 kesên hatine revandin, eşkere kirin
2 îlon, 2021   00:38
ŞEHBA – ALAN REŞÎD

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên li dijî şêniyên resen ên Efrînê bi awayekî rojane didomînin. Armanca wan ji vê yekê ew e ku şêniyan koçber bikin, planên guhertina demografîk ku dewleta Tirk li Efrînê dike, pêk bînin.

Têkildarî revandina rojane ku piştî daxuyaniyên berpirsên ENKS`ê yên teşwîqkirina vegera li Efrînê, berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo got, zêdetirî 100 kes di nav de 17 jin û 3 zarok ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatine revandin.

Îbrahîm Şêxo wiha got: "Sûcên revandinê ku artêşa Tirk û çeteyên wê dikin zêde dibin. Armanca wan ew e ku fîdyeyan li beramberî serbestberdana revandina sivîlan bixwazin û planên koçberkirina şêniyên resen û guhertina demografîk li herêmê, pêk bînin."

Şêxo bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî yên navneteweyî kir ku erka xwe ya mirovî li hember şêniyên Efrînê pêk bînin û der barê sûcên ku li dijî şênî û xwezayê tên kirin hesab ji dewleta Tirk û çeteyên wê bixwazin.

Li gorî serjimariya ku Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn – Sûriyê belge kir û ajansa me bidest xist, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji 19`ê Tîrmehê û heta 23`yê Tebaxê ve 101 welatî di nav de 17 jin û 3 zarok, revandine.

NAVÇEYA RACO

Li navçeya Raco ya kantona Efrînê 9 kes di nav de 2 zarok (15 - 16) salî ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatine revandin. Navên wan wiha ne:

-Henîf Birîmo ji gundê Kora, di 29`ê Tîrmehê de ji aliyê çeteyên bi navê Polîsên Leşkerî hate revandin.

-Ramî Umer Qere ji gundê Mosaka (Maskanlî) 1`ê Tebaxê ji aliyê Polîsên Leşkerî ve hate revandin.

-Xalid Hisên Mistefa ji gundê Mosaka (Moskanlî) 1`ê Tebaxê ji aliyê çeteyên bi navê El-Cebhe El-Şamiye ve hate revandin.

-Doxan Hisên ji gundê Holîlê 11`ê Tebaxê ji aliyê çeteyên bi navê El-Cebhe El-Şamiye ve hate revandin.

-Şerîf Ekaş Qenber ji gundê Meydana ji aliyê çeteyên bi navê Polîsên Leşkerî ve hate revandin.

-23`ê Tebaxê çeteyên bi navê Şêrên Îslamê (Usûd El-Îslam) li gundê Meydan Ekbesê welatiyên bi navên Xelîl Seydo, Ebdo Şaban, zarokê bi navê Ebdo Mihemed Şaban (15) û zarokê bi navê Hisên Elî (16) revandin û ber bi cihekî ne diyar ve birin.

NAVÇEYA CINDIRÊSÊ

Di meha borî de li navçeya Cindirêsê 17 kes di nav de 2 jin li navenda navçeyê û gundewarên girêdayî wê hatin revandin. Navên wan wiha ne:

-Şukrî Ehmed Kindî ji gundê Hemam ê li ser sînor di 7`ê Tebaxê de ji aliyê çeteyên bi navê Feyleq El-Şam ve hate revandin.

-Azad Fadil Ereb, Elî Bekir Elo, Îbrahîm Xalid Elo, Delîl Mihemed Kedlo û Ciwan Mistefa Şêxo di 10`ê Tebaxa borî de ji aliyê Feyleq El-Şam ve hatin revandin.

-Heyder El-Umer ji gundê Remadiyê 11`ê Tebaxê ji aliyê çeteyên bi navê Nûredîn El-Zenkî ve hate revandin.

-Mistefa Mihemed Mecîd ji gundê Kefer Sefra û Mihemed Welîd Hisên ji Cindirêsê 12`yê Tebaxê ji aliyê çeteyên bi navê Feyleq El-Şam ve hatin revandin.

-Polîsên Leşkerî di 14`ê Tebaxê de Rojîn Înayet ji gundê Xalta û Melek Ehmed ji Cindirêsê revandin.

-Heysem Şêxo Şêxo ji gundê Celemê û Ismet Ehmed Xelîl ji gundê Satiya di 15`ê Tebaxê de ji aliyê istixbaratên dewleta Tirk ve hatin revandin.

-Ebdo Henan Sebrî, Elî Yûsif, Şêrhat Zeîm Hesen û Hisên Etiye Selûm 17`ê Tebaxê ji aliyê çeteyên bi navê Saed Bin Ebî Weqas ve hatin revandin.

NAVÇEYA ŞIYÊ (ŞÊX EL-HEDÎD):

Çeteyên bi navê El-Cebhe El-Şamiiye û istixbaratên dewleta Tirk 7 kes di nav de 3 jin ji navçeya Şiyê revandin. Navêin wan wiha ne:

-Elî Hesen Xelîl ji gundê Mexar Çeq ji aliyê çeteyên bi navê El-Cebhe El-Şamiye di 1`ê Tebaxê de hate revandin.

-Mihemed Şêxo ji navçeya Şiyê di 6`ê Tebaxê de ji aliyê istixbaratên dewleta Tirk ve hate revandin.

-Dilvîn Cemîl Osman û xwişka wê Fatma Cemîl Osman di 14`ê Tebaxê de ji aliyê çeteyên bi navê El-Emşat ve hatin revandin.

-Mihemed Leylo û Elî Xelîlo ji navçeya Şiyê û jina bi navê Meryem Xelîlo di 17`ê Tebaxê de ji aliyê çeteyên bi navê El-Cebhe El-Şamiye ve hatin revandin.

NAVÇEYA MABATA (MABETLÎ)

Li navçeya Mabata (Mabetlî) çeteyên dewleta Tirk di meha borî de 11 sivîl ji wan 3 jin û nexweşekî otîzmê revandin. Navên wan wiha ne:

-Nexweşê bi otîzmê Kawa Abdîn Umer ji gundê Şorbe di 19`ê Tîrmehê de ji aliyê istixbaratên dewleta Tirk ve hate revandin.

-Elî Mihemed Şaban, Ebdo Xelîl û Mihemed Xelîl ji gundê Memila di 10`ê Tebaxê de ji aliyê çeteyên bi navê Mihemed El-Fatih ve hatin revandin.

-Dilyar Mihemed Osman ji gundê Birîmce di 14`ê Tebaxê de ji aliyê çeteyên bi navê El-Cebhe El-Şamiye ve hate revandin.

-Hêvîn Ebdîn Xerîbo ji gundê Badîna di 22`yê Tebaxê de ji aliyê çeteyên bi navê Polîsên Leşkerî ve hate revandin û li beramberî 2 hezar dolar serbest hate berdan.

-Lîna Zekeriya Îbiş ji şêniyên gundê Memila di 23`’yê Tebaxê de ji aliyê çeteyên bi navê El-Munteser Billah ve hate revandin.

-Selah Elî Ekaş û Mihemed Mistefa Qaziqlî ji gundê Birîmce di 23`yê Tebaxê de hatin revandin.

-Ebû Mûsa û Hozan Ezîz ji gundê Kurka di 23`yê Tebaxê de ji aliyê Polîsên Leşkerî ve hatin revandin.

NAVÇEYA ŞERA (ŞERAN)

Çeteyên dewleta Tirk û istixbaratên wê di meha borî de 35 welatî ji gundê Qurt Qulaqê di nav de 2 jin, zarokek û jinek temen mezin revandin. Navên wan wiha ne:

-Egîd Şebabo, Mihemed Berekat, Berekat Mihemed Berekat, Luqman Şêx Ehmed, Ednan Berekat, Îbiş Berekat, Luqman Hemade, Ehmed Ednan Mistefa, Ednan Mistefa, Abdîn Elî Şebab û Mihemed Şêx Ehmed di 11`ê Tebaxê de ji aliyê çeteyên bi navê Sultan Mûrad hatin revandin.

-Ednan Şêx Ehmed, kurê wî û Xelîl Arif Mele di 15`ê Tebaxê de ji aliyê çeteyên bi navê Sultan Mûrad ve hatin revandin.

-Riweyda Silêman, Fatma hevjîna Ednan Şêx Ehmed, zaroka bi navê Solîn Berekat (14) di 15`ê Tebaxê de ji aliyê çeteyên bi navê Sultan Mûrad ve hatin revandin.

-Jina temenmezin Ayşe Mihemed ji gundê Qitmê di 15`ê Tebaxê de ji aliyê çeteyên bi navê Polîsên Leşkerî ve hate revandin.

-Di 11 û 15`ê Tebaxê de 18 welatî ji gundê Qurt Qulaqê ji aliyê çeteyên bi navê Sultan Mûrad ve hatin revandin bêyî ku nasnameya wan were belgekirin.

NAVÇEYA BILBILÊ (BILBIL)

Li navçeya Bilbilê di meha borî de 7 kes di nav de zilamekî temenmezin hatin revandin. Navên wan wiha ne:

-Ehmed Reşîd Hisên û Aslan Şêxmûs ji gundê Kêla di 28`ê Tîrmehê de ji aliyê çeteyên bi navê Polîsên Leşkerî ve hatin revandin.

-Azad Horîk Hebil, Selah Reşîd û zilamê temenmezin Selah Reşo (80) yên ji gundê Xulalka ji aliyê istixbaratên dewleta Tirk ve hatin revandin.

-Kawa Elî Mamo û Hesen Ehmed Seydo di 12`yê Tebaxê de ji aliyê çeteyên bi navê Polîsên Leşkerî ve hatin revandin.

NAVENDA EFRÎNÊ

Li bajarê Efrînê û gundewarên girêdayî wê çeteyên dewleta Tirk 15 kes di nav de 5 jin revandin. Navên wan wiha ne:

-Ismaîl Hesen Mislih di 29`ê Tîrmehê de ji aliyê çeteyên bi navê Polîsên Leşkerî ve hate revandin.

-Hemîd Hesen Zekî di 1`ê Tebaxê de ji aliyê çeteyên bi navê Polîsên Leşkerî ve li bajarê Efrînê hate revandin.

-Merwan Şêxo Elî û Îbrahîm Xelîl Şêxo di 6`ê Tebaxê de ji aliyê çeteyên bi navê El-Hemzat ve li gundê Fafirtînê hatin revandin.

-Reşo Ebdulqadir di 8`ê Tebaxê de ji aliyê çeteyên bi navê Heyet Tehrîr El-Şam ve hate revandin.

-14`ê Tebaxê çeteyên bi navê Polîsên Leşkerî û istixbaratên dewleta Tirk Seîd Behrî Îsa, Xelîl Mistefa Şêxo, Şiyar Nasan, Cangîn Nasan û Mihemed Nasan, revandin.

-Her wiha çeteyên bi navê Polîsên Leşkerî Hêvîn Oso, Mizgîn Oso, Eytan Mistefa, Nêvîn hevjîna Cangîn Nasan û 2 zarokên wan, Ceylan Hemalo û kurê wê, revandin.

(bx)

ANHA