‛Yekane rêya misogerkirina aştiyê fikirê rêber Ocalan e’

Hevser, zarokên şehîdan û Kongreya Civaka Îslam a Demokratîk bi daxuyaniyên cuda piştrast kir ku pêwîstiya welatiyan bi aştiyê heye û tenê fikirê rêber Ocalan dikare dawî li şerê li herêmê bîmîne.

‛Yekane rêya misogerkirina aştiyê fikirê rêber Ocalan e’
1 îlon, 2021   14:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi dehan dayik, hevser û zarokên şehîdan li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Taxa Şêxmeqsûd a Helebê kom bûn û wêneyên rêber Abdullah Ocalan û çiqilên zeytûnan rakirin.

Şêniyan pankartên "Ji mafên me ye ku em di zaroktiya xwe de bi aştî bijîn", "zarokên me rizgar bikin pêwîstiya me bi aştiyê heye", "ji bo mirovahiyê erê ji aştiyê re", "bêdengiya we me qetil dike" û "em aştiyê dixwazin û Tirkiye dijminê aştiyê ye" rakirin.

Daxuyanî ji aliyê kurê şehîd Ferîd Ehmed Heco hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Ciwan û jinên ciwan ên li Rojava ji bo armancên hevbeş ên misogerkirina azadî û demokrasiyê yekitiya xwe ava kirine û hewl didin pêşerojeke aştiyane û demokratîk ava bikin.

Di Roja Aştiyê ya Cîhanê de hemû gelê cîhanê xwedî boneyeke hevpar in û di vê rojê de em şehîdên xwe yên pîroz bi bîr tînin; şehîd Sosin Bîrhat û şehîd Hevrîn Xelef û hemû şehîdên ku ji cîhanê re isbat kirine ku yên aştî, demokratî û ewlehiyê misoger dikin jin in.

Tenê fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan, berdêlên şehîdên me û xwîna wan a pak dikarinşerên li herêmê bi dawî bikin.

Em bang li dewletên ku banga azadiyê dikin ku helwesteke cidî nîşan bidin û di navbera gelan de aştî, adalet û wekheviyê belav bikin.

Em bi aştiyane nêzî kesên piştevaniya ewlehî û aramiya gelên azadîxwaz û aştîxwaz dikin, dibin û kesên ji bo aştiyê canê xwe dane silav dikin."

Têkildarî wê, Kongreya Civaka Îslam a Demokratîk bi heman boneyê li pêşiya navenda xwe ya li taxa Mişêrfê ya bajarê Hesekê daxuyaniyek da. Cîgirê Hevserokatiya Saziya Olî Nasir Cinêd daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Em êrişên li dijî navçeyên Zirgan, Til Temir û gundewarên wê yên ji aliyê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ve şermezar dikin. Ev êriş tê wateya êrişkirina welatiyan û destwerdana ji mafên wan ên rewa re.

Hemû kiryarên terorîstane li gorî qanûnên navneteweyî sûc in. Em bang li Meclisa Ewlekariyê ya Navneteweyî dikin ewlehiyê ji gelê herêmê re dabîn bikin. Di heman demê de êrişên hovane yên dermirovî yên dewleta Tirk ku li ser herêmê xetertirîn in rawestînin.

Em bang li şêniyan dikin ku li hember êrişên dagirkeriya Tirk yekitiya xwe xurt bikin."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/v9uX9s7QU-A" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/1DkQahq0tPI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>