Civîna Bexdayê bi daxuyaniyekê bi dawî bû

Civîna welatên cîranên Iraqê ya li Bexdayê bi dawî bû. Piştî civînê Fûad Hisên daxuyanî xwend ku tê de hate diyarkirin ku divê hewldanên ji bo aramiya herêmê werin zêdekirin û hikumet ji bo bihêzkirina saziyên dewletê  kar û xebata xwe zêde bike.

Civîna Bexdayê bi daxuyaniyekê bi dawî bû
28 tebax, 2021   18:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Li paytexta Iraq Bexdayê, civîna welatên cîran bi amadebûna nûnerên Erebistana Siudiyê, Kuwêt, Tirkiye, Urdun, Amerîka û Fransa pêk hat. Piştî civînê Wezîrê Derve yê Iraqê Fûad Hisên di civîna çapemeniyê de daxuyaniya civînê xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Pêwîste hewldanên herêmî û navneteweyî ji bo aramiya herêmê werin dijwarkirin. Di heman demê de pêşengiya Iraqê ya ji bo gihîştina zemînek hevbeş a li ser asta herêmî û naventewyî gelek nirxdare.

Lidarxistina civîna Bexda belgeyeke ku Iraq li ser siyasetek hevbeş û hevkarîkirina erênî ya di warê peywendiyên derve re girêdaye. “

Her wiha amadebûyên civînê li ser vê yekê bi israrbûn ku hikumeta Iraqê bi armanca bihêzkirina saziyên dewletê û lidarxistina hilbijartinek ku nûnertiya xwesteka gel bike hewldanên xwe zêdetir bike.

Di heman demê de herêm rastî çend aloziyan hatiye û divê li ser bingeha astek hevbeş û berjewendiyane nêzî vê rewşê bibin .

Her wiha li ser avakirina Iraqê û têkoşîna bi terorê  re jî beşdarên civînê piştgiriya xwe ya ji bo hikumeta Iraqê dubare kiriye.

Û  ji bo rewşa avhewayê hemû alî ji bo alîkarîkirinê li hev kirin. Wê bi hev re li hemberî guhertinên avhewayê û pileya germê têkoşînê bikin.

ROJ NEWS