Li Helebê pêşbaziya bisklêtan (duçerx) a jinan

Bi diruşma "Em tolê hilînin û terorê têk bibin" Yekitiya Jinan a Ciwan bi hevkariya bi Nivîsgeha Yekitiya Werzîşê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê pêşbaziya bisklêtan a jinan bi dirêjahiya kîlometreyekê li dar xist.

Li Helebê pêşbaziya bisklêtan (duçerx) a jinan
Li Helebê pêşbaziya bisklêtan (duçerx) a jinan
Li Helebê pêşbaziya bisklêtan (duçerx) a jinan
Li Helebê pêşbaziya bisklêtan (duçerx) a jinan
Li Helebê pêşbaziya bisklêtan (duçerx) a jinan
Li Helebê pêşbaziya bisklêtan (duçerx) a jinan
28 tebax, 2021   19:14
HELEB

Di çarçoveya çalakiyên bi diruşma "Em tolê hilînin û terorê têk bibin" de Yekitiya Jinên Ciwan bi hevkariya bi Nivîsgeha Yekitiya Werzîşê re pêşbaziya bisklêtan a jinan li dar xist.

Pêşbazî ji pêş Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û heta bi Kolana 20 a li beşa rojava ya taxa Şêxmeqsûdê bi dirêjahiya kîlometreyekê dest pê kir, tê de bi dehan jinên ciwan amade bûn û wêneyên şehîdên berxwedanê hildan.

Di pêşbaziyê de Fatme Hesen xelata yekemîn, Ela Hemûd xelata duyemîn û Aya Qere Mihemed xelata sêyemîn wergirt û ji hêla Yekitiya Werzîşê ve bawername li wan hatin belavkirin û Fatme Hesen jî kasa serkeftinê wergirt. Li gel wê jî xelat û kulîlk li tevahî beşdaran hatin belavkirin.

Çalakî bi gerandina dîlanan bi dawî bû.

(fr)

ANHA