Li Kobanê gazî li dijî êrişên dagirkeriyê li qadan bûn

Bi pêşengiya gaziyan, bi sedan şêniyên kantona Kobanê bi meşekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Li Kobanê gazî li dijî êrişên dagirkeriyê li qadan bûn
Li Kobanê gazî li dijî êrişên dagirkeriyê li qadan bûn
Li Kobanê gazî li dijî êrişên dagirkeriyê li qadan bûn
Li Kobanê gazî li dijî êrişên dagirkeriyê li qadan bûn
Li Kobanê gazî li dijî êrişên dagirkeriyê li qadan bûn
28 tebax, 2021   17:40
KOBANÊ

Bertekên li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dibin.

Bi pêşengiya gaziyan, bi sedan şêniyên kantona Kobanê daketin qadan û nerazîbûn nîşanî dewleta Tirk a dagirker dan.

Meş ji qada Jina Azad a bajarê Kobanê ber bi qada Şebîd Egîd ve dest pê kir. Di meşê de diruşmeyên şermezarkirina dewleta Tirk hatin berzkirin.

Meş li qada Şehîd Egîd rawestiya û veguherî mîtîngê. Ji bo cangoriyên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin. Piştre endamê Mala Birîndaran a Kobanê Îsmaîl Hemo êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û got: "Dewleta Tirk a dagirker eşkere li malên sivîlan  û erebeyên wan dide. Bi vê yekê sînordar nema, lê birîndarên şer ên ku şerê terorê kirin jî dike hedef."

Îsmaîl Hemo bang li civata navneteweyî dikin ku hesab ji dewleta Tirk bixwaze.

Mîtîng bi diruşmeyên rawestandina êrişên Tirkiyê bi dawî bû.

ANHA