Li Dirbêsiyê zarokekî 14 salî dawî li jiyana xwe anî

Li gundekî navçeya Dirbêsiyê zarokekî 14 salî dawî li jiyana xwe anî.

Li Dirbêsiyê zarokekî 14 salî dawî li jiyana xwe anî
28 tebax, 2021   16:48
HESEKÊ

Li gundê Xasê yê navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê zarokê bi navê Ebdurehman Selman Hecî Ehmed dawî li jiyana xwe anî.

Cenazeyê zarok ê xwe bi dar vekiribû, rakirin navenda tenduristiyê ya li navçeyê da ku ji aliyê tiba edlî ve were lêkolînkirin.

Hêzên Ewlekariyê li ser bûyerê lêpirsîn da destpêkirin.

hîna nehatiye zanîn ku zarok ji bo çi xwe bi dar vekir.

ANHA