4 parlamenterên Iraqê têkildarî girtiyên Behdînanê nameyek pêşkêşî Mecron kirin

4 parlamenterên Iraqê têkildarî girtiyên Bedhînan nameyek vekirî pêşkêşî Serokê Fransa Emmanuel Macron kirin û jê xwestin zextê li rayedarên hikumeta Başûrê bike ku çalakvan û rojnamegerên Behdînan berdin.

4 parlamenterên Iraqê têkildarî girtiyên Behdînanê nameyek pêşkêşî Mecron kirin
28 tebax, 2021   15:45
NAVENDA NÛÇEYAN 

Serokê Fransa Emmanuel Macron şevê din gihîşte paytexta Iraq Bexdayê û tev li civîna welatên cîran a bi amadebûna nûnerên Erebistana Siûdî, Kuwêt, Tirkiye, Urdun, Amerîka û Fransa bû. Biryare ku Mecron serdana Başûrê Kurdistanê jî bike.

4 parlamenterên Iraqê bi nameyekê daxwaz ji Serokê Fransa Emmanuel Macron kirin ku dema ku serdana Başûrê Kurdistanê kir û li gel rayedarên wê civiya guftûgoyê li ser girtin, îşkence û cezakirina rojnameger û çalakvanên li Herêma Kurdistanê bike.

Parlamenterên Iraqê Ehemd Heme Reşîd, Rêbwar Kerîm Mehemed, Xalib Mihemed Elî û Serkewt Şemsedîn têkildarî mijarên mafên mirovan û azdiya li Başûrê Kurdistanê nameyek pêşkêşî Macron kirin.

Di nameyê de wiha tê gotin: “Em bawer in ku di vê serdanê de mijarên girîng hene li gel rêveberên Iraqê nîqaş bikin ku di berjewendiyên herdu welan de be. Lê, em vê serdanê weke derfetê dibînin ku ku mijara mafên mirovan û azadiyê bikî mijarek girîng a guftûgoyan. Bi taybet dema ku serdana Herêma Kurdistanê dikî, li bajarê Hewlêrê dema ku berpirsên Herêma Kurdistanê dît, ku berpirsê girtin, îşkencekirin û cezakirina rojnameger û çalakvanên Herêma Kurdistanê ne li gel wan guftûgo bikî.

Daxwazê ji we dikin ku zextê li berpirsên Herêma Kurdistanê bikî û azadkirina rojnamegeran bikî pêşmercê piştgirîkirina hikûmetê. Em weke beşek ji nûnerên welatiyên Herêma Kurdistanê, yên li parlamentoya Iraqê li bendê ne ku çawa berê hûn piştgiriya welatiyên Iraqê û Herêma Kurdistanê bûn, di vê mijarê de jî piştgiriya berfirehkirina azadiyê bîn ku niha li ber gefa cidî ya desthilata Herêma Kurdistanê ye.”