Hunermend û pêşkêşvanê Stêrk TV’yê Şêrko Celal jiyana xwe ji dest da

Hunermend û pêşkêşvanê Stêrk TV’yê Şêrko Celal ê ji ber Covîd-19’ê li bajarê Lîlle yê Fransayê tedawî dibû, îro nîvro jiyana xwe ji dest da.

Hunermend û pêşkêşvanê Stêrk TV’yê Şêrko Celal jiyana xwe ji dest da
28 tebax, 2021   17:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Hunermend û pêşkêşvanê Stêrk TV’yê Şêrko Celal ê ji ber Covîd-19’ê li bajarê Lîlle yê Fransayê tedawî dibû, îro nîvro jiyana xwe ji dest da û li ser vê yekê xebatkarên Stêrk TV’yê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Şêrko Celal Mamêş Koyê yê ku bi navê Şêrko Celal dihate naskirin di sala 1956’an de li bajarê Koyê yê Başûrê Kurdistanê ji dayik bû. Celal di sala 1974’an de tevî birayê xwe wênesaz Rehbar Celal dibe pêşmerge û li çiyayan jî bi wêneyan xizmeta şoreşê dike. Piştî ku şoreş têk diçe, Şêrko Celal vedigere Başûrê Kurdistanê û di sala 1982’an de jî berê xwe dide Fransayê.

Şêrko Celal di sala 2002’yan de di Roj TV de dest bi bernameya "Rojbaş Kurdistan" dike. Celal demekê bernameya "Tîşkî Huner" amade û pêşkêş dikir. Di sala 2012’yan de jî navê bernameyê diguherîne û di Stêrk TV’yê de navê wê dike "Rêjney Reng". Celal di Stêrk TV’yê de bi sedan bername amade kirin û ji xeynî xebatên medyayê wî li pey xwe gelek ceribandin, gotar û helbet jî hiştin. Em xebatkarên Stêrk TV’yê ji malbat û dostên hevrê Şêrko Celal re sersaxiyê dixwazin.”