​​​​​​​Koçberên Weşûkanî: Armanca dewleta Tirk têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e

Koçberên kampa Weşûkanî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şemrezar kirin û got, dewleta Tirk ji van êrişan armanc dike ku qada dagirkeriya xwe firetir bike, vîna gelên herêmê bişikîne û projeya Rêveberiya Xweser têk bibe.

​​​​​​​Koçberên Weşûkanî: Armanca dewleta Tirk têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e
27 tebax, 2021   03:08
HESEKÊ

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne. Di vê dawiyê de êrişî navçeyên Zirgan, Til Temir û gundên wê kirin ku di encamê de gelek sivîl şehîd bûn.

Koçberên kampa Weşûkanî diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker bi van êrişan armanc dike qada dagirkirina xwe firehtir bike, vîna gelên herêmê bişikîne û projeya Rêveberiya Xweser têk bibe.

/kr/uploads/files/2021/08/26/200216_-large.webp

Hevseroka Meclisa Kampa Weşûkanî Hêvîn Ebdo ev êriş şermezar kirin û got, armanca dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê herêmên din dagir bikin û bi hezaran şêniyên wê yên resen bidin koçberkirin.

'ARMANCA DAGIRKERIYÊ TÊKBIRINA PROJEYA RÊVEBERIYA XWESER E'

Hêvîn got, çavên wan li vegerê ye û wiha domand: “Armanca dewleta Tirk qada dagirkeriya xwe fireh bike, vîna gelên herêmê bişkîne û projeya Rêveberiya Xweser a ku hemû pêkhate di bin banê wê de bi hev re dijîn têk bibin. Lê bila bizanibe ku armanca wê çi dibin bila bibin îradeya me ji êrişên wê xurtir e û em ê li hemerî hemû êrişan li ber xwe bidin."

Hêvîn Ebdo bang li Neteweyên Yekbûyî û civata navneteweyî kir ku rê li pêşiya êrişên dewleta Tirk a dagirker bigirin.

'DIVÊ CIVATA NAVNETEWEYÎ MUDAXELE BIKE DA KU JÎNGEH NEYÊN HEDEFGIRTIN'

/kr/uploads/files/2021/08/26/200145_-large.webp

Koçbera bi navê Cewahir El-Ehmed diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker armanc dike axa Sûriyê parçe bike û tev li axa xwe. Cewahir El-Ehmed bang li civata navneteweyî kir ku bilez mudaxele bike, pêşî li êrişên li ser cihên ewle bigire û şêniyan vegerînin warên wan.

/kr/uploads/files/2021/08/26/200201_-large.webp

Koçberê bi navê Şêxmûs Elî Taha destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze gelên herêmê qir bike û destkeftiyên şehîdan têk bibe.

Şêxmûs Elî Taha balkişand ser bêdengiya navneteweyî ya li hemberî êrişên dewleta Tirk û got: “Ev bêdengî îsbat dike ku wan li hev kirine û ev alî berjewendiyên xwe li ser hesabê gelên me pêk tînin.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ZZfPd5L85Tg" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>