​​​​​​​Bîlançoya êrişên meha Tebaxê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Dewleta Tirk êrişên xwe yên dagirkirinê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirine. Di êrişên Tebaxê de 11 kes şehîd bûne û bi kêmanî 20 jî birîndar bûne.

​​​​​​​Bîlançoya êrişên meha Tebaxê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê
27 tebax, 2021   01:55
KOBANÊ-MEYSA EKARÎ

Di demên dawî de dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetir kirine. Armanca wê da ku gelê herêmê bitirsîne û wan koçber bike.

Dewleta Tirk a ku Ezaz, Bab, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kiriye û niyetên wê yên dagirkirina deverên din hene. Tirkiye bi vê yekê dixwaze împaratoriya Osmanî zindî bike.

21`ê Tebaxê dewleta Tirk bi balafireke bêmirov erebeya sivîlekî li başûrê bajarê Kobanê hedef girt.

22`yê Tebaxê li pêşiya Mala Birîndaran a li bajarê Qamişloyê li erebeyekê xist û di encamê de du rêveberên Mala Birîndaran birîndar bûn.

Di encama êrişên Tebaxê de yên li ser navçeyên Zirgan, Til Temir, Eyn Îsa, rêya Elî Fero ya Qamişlo û Minbicê de 11 kes şehîd bûne û zêdetirî 20 sivîl birîndar bûne.

4'ê Tebaxê hêzên dagirker bi tankan gundê Sefawiyê yê dikeve rojhilatê Eyn Îsayê da ber topan û li dijî malbatekê komkujiyek pêk anî, di encamê de 4 sivîl şehîd bûn.

Di topbarana roja 17'ê Tebaxê ya li ser Til Temir û Zirganê de jinek û zarokek şehîd bûn.

19'ê Tebaxê jî bi balafireke bê mirov erebeyek li ser rêya Elî Fero bombebaran kir, ji ber bombebaranê ji fermandarên YPG'ê Selahedîn Şehabî (Rênas Roj) şehîd bû.

Di heman rojê de bi balafiran navenda Meclisa Leşkerî ya Til Temirê kir hedef. Di encamê de endama konseya Leşkerî ya YPJ û endama konseya Leşkerî ya QSD'ê Sosin Bîrhat (Sosin Mihemed),  ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Peywan Remedan (Egîd Girkê Legê), şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Elî El-Xerze (Rûbar Hesekê) û Seyfullah Ehmed (Seyfullah Ehmed) gihiştin asta şehadetê.

Dewleta Tirk dem dem bi balafirên bê mirov êrişî herêmê dike. 22`yê Çileya îsal li gundê Memît ê başûrê Kobanê malek kir armanc, di encamê de sivîlek birîndar bû, beriya wê jî mala ku Rêber Abdullah Ocalan lê dima ya li gundê Elpelûrê yê rojavayê Kobanê bombebaran kir, 23`yê Hezîrana 2020'î de li gundê Helincê komkujiyek pêk anî, di encamê de 3 jinên çalakger gihaştin asta şehadetê.

Dewleta Tirk peymanên agirbestê ku di Cotmeha 2019'an de bi Rûsya û Amerîkayê re îmze kirine bin pê dike.

22`yê Cotmeha 2019`an dewleta Tirk û Rûsya peymanek îmze kir. Peyman ji deh bendan pêk tê. Ji bendên peymanê; QSD`ê 30 kîlometreyan ji sînorê Sûriyê-Tirkiyê vekişe û agirbestê pêk were, bi kûrahiya 10 kîlometreyan li ser herêmên sînorî yê bi Tirkiyê re dewriyeyên  hevbeş ênTirkiyê û Rûsyayê li dar bikevin û hikumeta Sûriyê jî leşkerî xwe li ser sînor bi cih bike.

QSD'ê bendên peymanê bi cih tîne, lê dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser herêmê zêdetir kirine. Li hemberî vê yekê Rûsya erka xwe wekî garantorê agirbestê pêk nayne.

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên domdar ên dewleta Tirk û bêdengiya Rûsya û civata navneteweyî ya li hemberî êrişan şermezar dikin.

24`ê Tebaxê bi sedan welatiyên kantona Kobanê li pêşiya baregeha leşkerî ya Rûsyayê ya li radyoya Kobanê ya rojavayê Kobanê kom bûn û nerazîbûn nîşanî bêdengiya Rûsya ya li hemberî êrişên dewleta Tirk dan. Li aliyekî din jî şêniyên Reqayê û bi hezaran şêniyên Qamişlo bi heman wesîleyê daketin qadan.

(eh)

ANHA