'Divê şêniyên Efrînê tenê bi garantiyên navneteweyî vegerin warê xwe'

Hevseroka Meclisa Giştî ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Valentîne Ebdo got, divê şêniyên Efrînê tenê bi parastin û garantiyên navneteweyî vegerin Efrînê.

'Divê şêniyên Efrînê tenê bi garantiyên navneteweyî vegerin warê xwe'
27 tebax, 2021   06:47
HELEB- HENAN MIHEMED

Di demekê de ku li Efrînê sûcên dewleta Tirk a dagirker zêde bûne û raporên navneteweyî vê yekê piştrast dikin, dezgehên çapemeniyê yên girêdayî ENKS`ê propagandayê dikin da ku gel vegere Efrînê, bêyî garantiya navneteweyî.

Valentîne Ebdo got: "Dewleta Tirk û ENKS lîstokan li ser gelê kurd dimeşînin û ya herî dawîn jî îdiayên der barê ewlehiya li Efrînê de bû. Ev lîstik bi qesdî têne domandin."

Valentîne diyar kir ku ENKS hewl dide ku bi van îdiayan, sûcên dewleta Tirk ên li Efrînê wekî kuştin, revandin, dizî û guhartina demografiyê veşêre û dagirkeriya wê rewa bike.

Valentîne da zanîn ku çete bi hezaran dolar li ser kesên ku vegerîne Efrînê ferz dike, li aliyekî din jî şêniyan direvînin û fîdyeyê jê dixwazin.

Valentîne got Partiya Demokrat a Kurdistanê di civîna Îtîlaf û ENKS'ê ya li Başûrê Kurdistanê de, ev plansazî nîqaş kirin û armanc jê ku sûcên dagirkeriya Tirk ên li Efrîn veşêrin.

Her wiha Valentîne bang li şêniyên kir ku li pey îdiayên dewleta Tirk û ENKS'ê neçin û divê bi garantiyên navneteweyî vegerin. Valentîne anî ziman ku vegera li Efrînê dê piştî rizgarkirina ji dagirkeriya Tirk be.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Ttj7eJyFAg8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>