ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-08-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-08-2021
26 tebax, 2021   23:00

- Şervanên Erka Xweparastinê got: "Erka me parastina ewlehiya herêmê ji êrişên derve ye. Divê ciwanên herêmê tev li Erka Xweparastinê bibin, ji ber erkekî neteweyî û exlaqî ye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dewleta Tirk êrişên xwe yên dagirkirinê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirine. Ajansa me bîlançoya êrişên dawî yên li ser Sûriyê eşkere dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Koçberên kampa Weşûkanî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şemrezar kirin û got, dewleta Tirk ji van êrişan armanc dike ku qada dagirkeriya xwe firetir bike, vîna gelên herêmê bişikîne û projeya Rêveberiya Xweser têk bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Yekitiya Parêzeran a Herêma Firatê Ismet Îbrahîm da zanîn ku divê dewleta Tirk di Dadgeha Cezayan a Navneteweyî de were muhasebekirin, ji ber wê gelek sûcên qirkirinê pêk tîne û bendên peymanên Cinêv 4 bin pê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevseroka Meclisa Giştî ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Valentîne Ebdo piştrast kir ku divê şêniyên Efrînê tenê bi parastin û garantiyên navneteweyî vegerin Efrînê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêxê eşîra El-Bû Xemîs a Tebqayê Hisên El-Raşid got, divê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê hêza xwe ya parastina cewherî xurt bike û xwe nespêrin aliyên derve. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Zanîngeha Şerq  li Reqayê dema tomarkirina xwendekaran li zanîngehê heeta 30'yê Tebaxê dirêj kir da ku rê li ber hejmareke mezin a xwendekaran veke. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Helwestên welatên Ewropayê li hemberî aloziya penaberên Efganistanê ji hev cuda bûn. Tê pêşbînkirin ku di pêşeroja nêz de alozî kûrtir bibe. Her wiha metirsî ji şantajên dewleta Tirk û hewldanên wê yên belavbûna li Ewrasyayê, hene. (DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Tevî kêmbûna kevokbazan li herêmê, Mihemed El-Mixlif bi temenê xwe yê 54 salî ji ber hezkirina wî ji kevokan re, ji xwedîkirina kevokan qut nebûye. (BI WÊNE Û DÎMEN). 

- Hezkirina wan ji tembûra kurdî re hişt ku ji nû ve wan tembûrên kevn çêkin da ku cihê çanda civakê ya winda dibe biparêzin û bi berhemên xwe di sûkên alavên mûzîkê de bibin pêşbirk. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA