Desteya Jinan li Hesekê Mala Zarokan vekir

Desteya Jinan a Herêma Cizîrê bi desteka "U.S. Agency for International Development" a amerîkî "Mala Parastina Zarokan" li taxa Mişêrfê ya Hesekê vekir, da ku piştgirî û destekê bidin zarokan.

Desteya Jinan li Hesekê Mala Zarokan vekir
Desteya Jinan li Hesekê Mala Zarokan vekir
Desteya Jinan li Hesekê Mala Zarokan vekir
Desteya Jinan li Hesekê Mala Zarokan vekir
Desteya Jinan li Hesekê Mala Zarokan vekir
Desteya Jinan li Hesekê Mala Zarokan vekir
Desteya Jinan li Hesekê Mala Zarokan vekir
Desteya Jinan li Hesekê Mala Zarokan vekir
Desteya Jinan li Hesekê Mala Zarokan vekir
Desteya Jinan li Hesekê Mala Zarokan vekir
26 tebax, 2021   20:55
HESEKÊ

Desteya Jinan a Herêma Cizîrê, bi destekdayîn û piştevaniya U.S. Agency for International Development (USAID) ji 3 mehan ve xebata vekirina Mala Parastina Zarokan dikin, da ku zarokên malbatên xwe di rewşên cuda yên şer de winda kirine bihewînin, li gel wê jî zarokan pergende bihewînin.

/ar/uploads/files/2021/08/26/194434_zynb-sarwkhan.webp

Di merasîma vekirinê, Şêwirmenda Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhan Xelîl, Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Nezîre Gewriyê, Seroka Desteya Jinan a Herêma Cizîrê Zeyneb Sarûxan, berdevka Komîteya Jinan a kantona Hesekê Fatme Îbrahîm, endama rêveber a Meclisa Kantona Hesekê Zeyneb Şîtka, Hevseroka Komîteya Şaredariyan û Jîngehê ya kantona Hesekê Macîde Emîn, Hevserokatiya Nivîsgeha Mafên Zarokan a Hesekê Xalid Cebir û bi dehan endamên saziyên sivîl û leşkerî yên Hesekê amade bûn.

/ar/uploads/files/2021/08/26/194450_nzyrh-kwryh.webp

Merasîma vekirinê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûvre Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Nezîre Gewriyê axivî û da zanîn ku ev proje gaveke yekemîn ji bo pêşeroja welat bi rêya parastina zarokan û girîngiya perwerdekirina wan e, da ku di pêşerojê de aktîf bin.

Li ser vekirina Mala Parastina Zarokan Serokê Desteya Jinan a Herêma Cizîrê Zeyneb Sarûxan ji ANHA'yê re wiha got: "Ev proje ne nû ye, lê belê ‎berdewama projeya parastina zarokan  a Rimêlanê ye. ‎Sedema vekirina navendeke din a parastina zarokan ew e ku navenda li Rimêlanê têra ‎pêşwazîkirina zarokên din nake, ji ber ku aloziya Sûriyê girêktir bûye û bû  sedem ku hîn ‎zêdetir zarok sêwî bibin û koçber bibin di encamê de pêdivî bi parastina wan heye."‎

‏ ‏Zeyneb Sarûxan  da  zanîn ku  Ajansa "USAID" a amerîkî piştgiriya projeyê ji aliyê aborî ve kir, ji ber wê ev proje bi lez hat avakirin.

‏ ‏Zeyneb  Sarûxan  ev  li gotina xwe zêde kir: "Şeretekî  bingehîn ê tevlêbûna zarokan a ji ‎malê re heye, divê  sêwî be, her wiha hin  zarokên ku  bûne qurbaniyên  pirsgirêkên ‎malbatî,  lê dîsa jî heta ji destên me were em ê pirsgirêkan çareser bikin ku zarok di nav ‎malbata xwe de bi aştî  bijîn."‎

Zeyneb Sarûxan  bang li rêxistinên navneteweyî û mirovî kir ku piştgiriya wan ‎zarokan bikin û got: "Ji ber ku  xwedîkirina wan ne tenê bi têrkirin û  xwedîkirinê ye, lê belê di ‎misogerkirina pêşerojeyeke baş de ye.‎"

Di merasîmê de  spasname ji Heyva  Sor a  Kurd, endamên rêveber ên Mala Sêwiyan a Rimêlanê yên li ser projeyê sekînine û USAID re hatin pêşkêşkirin.

 Di  dawiya merasîmê de kesên li  Mala Zarokan a Rimêlanê zarokan xwedî dikin derî vekirin û beşdar li hundir geriyan.‎

Hejmara zarokên ku niha  navên xwe tomar kirine gihaştiye 45`an  û temenên wan  cuda ‎ne, endamên rêveber ên Mala Zarokan û kesên wan xwedî dikin dê waneyên xweşbînî, kêfxweşî û derûnî  bidin zarokan û ‎kadroyên tibî dê çavdêriya wan bikin.‎

Mal ji odeya razana zarokan  ku hemû pêwîstî  tê de hene û odeyeke taybet bi çalakiyan, ‎perwerde û tibî  pêk tê.‎‏ ‏

ANHA