Çeteyan li Şêrawayê zarokek birîndar kir

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker gundê Birc Qas ê navçeya Şêrawayê gulebaran kir, di encamê de zarokek birîndar bû.

Çeteyan li Şêrawayê zarokek birîndar kir
26 tebax, 2021   19:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker gule ber bi gundê Birc Qas ê navçeya Şêrawayê ya kantona Efrînê ve reşand. Di encamê de zarokê bi navê Merwan Elî (3) dema li ber mala xwe dilîst birîndar bû.

Zarokê birîndar birin nexweşxaneyeke bajarokê Zehrayê û gule ji laşê wî hate derxistin.

Li gorî malbatê, rewşa zarok aram e.

ANHA