​​​​​​​Li nêzî balafirgeha Kabulê teqînek çêbû

Pentagonê ragihand ku li nêzî balafirgeh Kabulê çêbû. Li gorî raporên destpêka teqîn ji ber êrişeke xwekujî pêk hat. Dezgehên ragihandinê yên Efganistanê ragihandin ku 11 kuştî û birîndar hene.

​​​​​​​Li nêzî balafirgeha Kabulê teqînek çêbû
26 tebax, 2021   15:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Malperên efganî ragihandin ku ji ber teqînê 11 kes ji kuştî û birîndaran hene.

Berpirsek di Talîbanê de ragihand bi kêmanî 13 kes hatin kuştin û di nav de zarok hene. Her wiha gelek endamên tevgerê birîndar bûn.

Berpirsekî amerîkî ji Reutresê re got, di teqîna li Efganistanê de li gorî agahiyên destpêkê leşkerên amerîkî yên birîndar hene.

Skynews'ê jî got: "Di êrişa xwekujî ya li Kabulê de birîndarên endamên hêzên amerîkî hene."

Her wiha tora Foxnews a amerîkî jî ragihand ku di teqînê de 3 leşkerên amerîkî birîndar bûne.

Berdevkê Wezarata Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) John Kirby piştrast kir ku teqînek li derveyî balafirgehê çêbûye. Kirby li ser Twitterê wiha got: "Hîn ne diyar e ku kuştî û birîndar hene yan na.. heta ku agahî bi dest bikevin em parve bikin."

 Di heman çarçoveyê de, Wezareta Parastinê ya Brîtanyayê got, ew bi rengek çalak dixebite da ku tiştê li Kabul qewimîn û bandorên wê li hewildanên derxistinê lêkolîn bike. Wezaretê got: "Xema me ya bingehîn ewlehiya karmendên me, hemwelatiyên brîtanî û hemwelatiyên efganî ye," Wezareta Parastina Brîtanyayê li ser Twitter zêde kir "Derbarê bersivdana bilez a vê bûyerê de em ji nêz ve bi hevalbendên xwe yên amerîkî û NATO'yê re di asta operasyonê de di nava têkiliyan de ne."

Çavkaniyên Al-Arabiya gotin, teqîn li nêzî oleta Baron ku hêzên Brîtanî û rojnamevan dimînin, qewimî.