Desteya Tenduristiyê li hemberî Koronavîrusê tedbîrên nû digire

Hevserokê Desteya Tenduristiyê Ciwan Mistefa got herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi xetereyên pêla 4`emîn a vîrusa koronayê re rû bi rû ne û diyar kir ku dê tedbîrên pêwîst bigirin.

Desteya Tenduristiyê li hemberî Koronavîrusê tedbîrên nû digire
26 tebax, 2021   12:51
QAMIŞLO – YARA MIHEMED

Di demên berê de saziyên tenduristiyê hişyarî ji ber belavbûna pêla 4`emîn a Koronavîrusê (Covid-19) li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dan piştî ku li welatên derdorê belav bû.

Li gorî lêkolînan pêla 4`emîn ji sedî 75 ji pêlên berê zûtir belav dibe.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Ciwan Mistefa piştrast kir ku vîrusa Koronayê leztir belav dibe, zarok û kalepîr zêdetir pê dikevin û nîşaneyên wê wekî yên berê ne lê girantir in. Mistefa hişyarî ji belavbûna pêla 4`emîn li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê da û destnîşan kir ku divê şênî pabendî tedbîrên Desteya Tenduristiyê bin.

Li gorî daneyên Desteya Tenduristiyê yên 22`yê Tebaxê, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 149 kesên nû bi vîrusa Koronayê ketine. Ji destpêka belavbûna vîrusê ve li herêmê heta niha 19 hezar û 380 kes vi vîrusê ketine, 770 kes pê mirine û hezar û 921 kes jî baş bûne.

Der barê tedbîrên nû yên Desteya Tenduristiyê de Ciwan Mistefa got dê di demên pêş de tedbîrên pêwîst bigirin.

Mustefa wiha domand: "Kombûn, şahî û pîrozbahiyên civakî dê neyên lidarxistin. Dê li gorî hejmara pêketiyên vîrusa Koronayê qedexeya beşî were ragihandin."

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/000jDIZBmuY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>