Saziya Birîndaran a Dêrazorê:  Êrişên dagirkeriyê hêz û îsrar me zêde dikin

Endamê rêveber ê Saziya Birîndaran a Dêrazorê Yasir Hesen Esef got: "Êrişên dewleta Tirk me ji xeta azadiyê dûr naxe, lê hêz û îsrara me zêde dikin."

Saziya Birîndaran a Dêrazorê:  Êrişên dagirkeriyê hêz û îsrar me zêde dikin
26 tebax, 2021   13:46
DÊRAZOR

22'yê Tebaxê dema ku ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Zîb El-Eswed serdana Mala Birîndaran a Qamişloyê dikir, balafireke bê mirov a dewleta Tirk a dagirker erebeya wî kir hedef. Di encamê de ew û du endamên rêveberiya Mala Birîndaran birîndar bûn.

Endamê rêveber ê Saziya Birîndaran a Dêrazorê Yasir Hesen Esaf êrişa li ser Mala Birîndaran û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şeremzar kirin û got: "Divê êrişên domdar ên li ser herêmên me werin rawestandin û kiryarên dîktator Erdogan werin bidawîkirin, ji ber ku sûcên ku li dijî gelê me pêk tînin ne mirovî ne, armanc jê ew e ku sivîlan ji malên wan koçber bike."

Esaf bal kişand ser êrişên dowî yên li ser Til Temir û Mala Birîndaran a Qamişlo û wiha domand: "Birîndarên me yên ku di rêya têkbirina terorê li welatê me de birîndar bûne ji kiryarên dîktator Erdogan nefilitîn."

Esef bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku rê li ber van êrişan bigire û hesab ji dewleta Tirk bixwaze.

Yasir Hesen Esaf di dawiya axaftinê xwe de got: " Em birîndarên şer ji Erdogan re dibêjin, êrişên te me ji rêya azadiyê dûr naxe, kiryarên te hêza me xurtir dike. Doza ne tenê girtina rêbertî an jî topbarankirina nuqteyan e, her çendî ku êrişên xwe zêde bide hêz û îsrara me zêde dibe."

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/hnTzbvzTrnM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>