Dezgehên çapemeniyê: Talîban û muxalifên Efgan gihaştin lihevhatinekê

Dezgehên çapemeniyê ragihand ku tevgera Talîban û muxalifên li wîlayeta Pancşîrê gihaştine lihevhatineke aştiyane.

Dezgehên çapemeniyê: Talîban û muxalifên Efgan gihaştin lihevhatinekê
26 tebax, 2021   12:19
NAVENA NÛÇEYAN

Li gorî kanala televîzyonê ya Pakistanê GEO, Talîban û hêzên muxalif ên li Pancşîrê gihaştine lihevkirineke aştiyane.

Kanalê da zanîn ku her du aliyan li gorî lihevkirinê soz dane ku êrişî hev nekin.

Çavkaniyan ji kanalê re destnîşan kir ku di rojên dawîn de rêzehevdîtin di navbera şandeyên Talîban û muxalîfan de li bajarê Şarîkar ê wîlayeta Parwan a Efganistanê li dar ketin ku lihevkirin çêbû.

Li gorî kanalê tê payîn ku lihevkirina aştiyê di civîneke çapemeniyê de bi awayekî fermî were ragihandin.

Li Efganistanê tenê Pancşîr neketiye bin kontrola Talîbanê. Li wir gelek kom di bin fermana Ehmed Mesûd kurê fermandarê berê Ehmed Şah Mesûd de hene.

Her du aliyan di rojên dawîn de diyar kir ku ew hewl didin têkildarî rewşa Pancşîrê bigihêjin lihevkirineke aştiyane.

Berdevkê Talîban Zabihullah Mucahîd ji kanala Şemşad News a Efganistanê re roja sêşemê axivî û got tevger amade ye têkilî bi xelkê Pancşîrê re deyne û niha dan û standinan bi rûspî û fermandaran re dikin.  Mucahîd wiha got: “Ev dan û standin dê di demeke nêz de bi çareseriyekê û bê şer bi encam bibin. Ez bawer im ku pêwîstî bi şer tune ye. Li gorî daneyan dê di demeke nêz de lihevkirineke aştiyane pêk were.”

(şx)