Balafirên Rûsyayê 8 caran ‘herêmên bêçek’ bombebaran kirin

Balafirên şer ên Rûsyayê 8 caran ‘herêmên bêçek bombebaran kirin. Lê heta niha encamên bombebaranê ne diyar in.

Balafirên Rûsyayê 8 caran ‘herêmên bêçek’ bombebaran kirin
26 tebax, 2021   12:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye (SOHR), balafirên şer ên Rûsyayê îro 8 caran herêmên bêçek, jê 5 caran girên Kebanê yên gundewarên Laziqiyê û 3 caran jî derdora Fetîra ya gundewarên başûrê Idlibê, bombebaran kirin.

Ji destpêka meha Tebaxê ve, balafirên Rûsyayê derdora 60 êriş li dijî baregehên çeteyên Tirk li ‘herêmên bêçek’ pêk anîne.

(dm)