​​​​​​​Bernameya nukleerî ya Îranê mijara sereke ya civîna Biden û Bennett e

Îro cara yekemîn serokê Amerîkayê Joe Biden bi serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett re dicive. Li rex têkiliyên dualî yên di navbera her du welatan de, dê bernameya nukleerî ya Îranê mijara civînê ya sereke be.

​​​​​​​Bernameya nukleerî ya Îranê mijara sereke ya civîna Biden û Bennett e
26 tebax, 2021   11:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro serokê Amerîkayê Joe Biden serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett pêşwazî dike da ku têkildarî bernameya nukleerî ya Îranê û xurtkirina piştgiriya Amerîkayê ya ji Îsraîlê re nîqaş bikin.

Rayedarekî payebilind ê rêveberiya Biden ji rojnamevanan re axivî û got ev civîna yekemîn e û dê her du alî hev baş nas bikin.

Bennett jî got: “Li her du welatan 2 hikumetên nû hene. Ez bi xwe re ji Qudsê rihekî nû û peyameke nû ya Îsraîlê tînim ji bo ku parve bikim û têkiliyan deynin.”

Beriya destpêkirina rêwîtiyê serokwezîr Bennett ji rojnamevanan re axivî û got: “Biden dostekî kevn û ê rast ê dewleta Îsraîlê ye.”

Her wiha Bennett piştrast kir ku dê bernameya nukleer a Îranê mijara sereke ya serdanê be.

Niha li Viyanayê di navbera Îran û aliyên lihevkirina nukleerî de bi tevlêbûna neyekser a DYA`yê dan û standin li dar dikevin. Armanc jî vejandina lihevkirinê ye piştî ku serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump jê vekişî û ceza li Îranê ferz kirin.

(şx)