Ji ber êrişên dewleta Tirk kehrebe li ser Til Temirê qut bû

Ji ber topbarana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser gundên bakurê navçeya Til Temirê xeta kehrebeyê ya 66 K.F qut bû. Tîmên çaksaziyê ziyanan sererast dikin.

Ji ber êrişên dewleta Tirk kehrebe li ser Til Temirê qut bû
24 tebax, 2021   14:19
HESEKÊ

Endamê rêveber ê Desteya Enerjiyê Fehed Simêla ji ANHA'yê diyar kir ku ji ber topbarana dewleta Tirk a dagirker li ser gundewarê bakurê navçeya Til Temirê ziyan gihişt xeta kehrebê ya 66 K.F.

Tîmên çaksaziyê vê sibehê ziyanên ji ber topbarana li ser gundên Til Temir û Zirganê derketin, sererast kirin. Lê dagirkeran careke din topbaran kirin û ziyan gihandin xeta 66 K.F.

Xebatên sererastkirinê didomin.

ANHA