Birîndarên şer û ciwanên şoreşger êrişên dewleta Tirk şermezar kirin

Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekitiya Jinên Ciwan û Mala Birîndaran bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirekr ên li ser Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Birîndarên şer û ciwanên şoreşger êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
24 tebax, 2021   14:30
DÊRAZOR

Bi dehan endamên Yekitiya Jinên Ciwan, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Mala Birîndaran, li navenda birîndaran a li herma Sebai Kîlo ya Dêrazorê kom bûn û bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengal û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin. Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Amir El-Meşhûrî daxuyanî xwend.

Di destpêka daxuyaniyê de şehîdên azadiyê hatin bibîranîn û hate gotin: "Ev xak beşek ji şoreşa azadiyê ye ku şoreşa gelan a li hemberî dewletên desthilatdar e. Ev êriş hemû li ser rêveberiya xweser û îradeya gelan in. Neteweya demokratîk bingeha azadiya hemû gelan û pêkhateyên li ser vê xakê ne, her wiha bingeha avakirina îradeya gelên azad e. Ji ber vê yekê dewleta Tirk ji destpêka şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve êrişî herêmên me dike, di her carê de êrişên xwe yên li ser sivîlan, nûnerên Rêveberiya Xweser, saziyên aktîf û nexweşxane mîna ya li Şengalê, her wiha Mala Birîndaran a Qamişlo zêdetir dike. Ev hemû êriş sûcên şer in."

Di berdewama daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk û bêdengiya DYA û Rûsya hatin şermezarkirin û bang li wan hate kirin ji bêdengiya xwe derkevin û dagirkeriya Tirk ji ber sûcên wê yên li dijî gelên herêmê muhasebe bike.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ylzEyMWbTd8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>