Di navbera Talîban û CIA'yê de civîneke veşartî pêk hat

Berpirsên amerîkî eşkere kirin ku serokê CIA'yê duh civîneke veşartî bi lîderê tevgera Talîban Ebdulxenî Baradar re li Kabulê pê anî.

Di navbera Talîban û CIA'yê de civîneke veşartî pêk hat
24 tebax, 2021   14:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê ajansa îstîxbarata navendî ya Amerîkayê (CIA) William Burns roja Duşemê li Kabulê bi rêberê Talîbanê Ebdulxanî Baradar re civînek veşartî pêk anî.

Ji dema ku Talîban Kabulê desteser kiriye, ev civîn a yekemîn ku di navbera Talîban û Amerîkayê de tê lidarxistin.

Berpirsên amerkî bi şertê ku navên wan neyê eşkerekirin agahiyên derbarê vê civînê de dan rojnameya amerîkî ya The Washington Post.