‛Amerîka di Efganistanê de bi bin ket û dê Tirkiyê têkiliyê bi Talîbanê re deyne’

Reportaj Summay

‛Amerîka di Efganistanê de bi bin ket û dê Tirkiyê têkiliyê bi Talîbanê re deyne’
22 tebax 2021   07:04

Pisporê Karûbarên Efganistanê Cemal Îsmaîl da zanîn ku texmînên Amerîka yên têkildarî Efganistanê şaş bûn, ji ber vê yekê bi bin ket. Îsmaîl got, ev yek dê rewşa hundirîn a Amerîka aloz bike û berê her kesî dê dewleta Tirk têkiliyê bi hikumeta Talîbanê re deyne.

Li Efganistanê piştî serweriya Talîbanê bûyer bi lez bi pêş de diçin, li gel wê jî daxuyaniyên Talîbanê yên beşdariya jinan û berpirsên berê di rêveberina welat de hene, tevî vê yekê jî hişyariyên rojava ji pêşeroja welat hene.

Têkildarî vê yekê pisporê karûbarên Efganistanê û rojnamegerê filistînî yê ku zêdetirî 30 salî li Efganistê kar kiriye, Cemal Îsmaîl  bersiva pirsên me dan.

Naveroka hevpeyvînê wiha ye:

*Gelo ma Amerîka nizanî dê Talîban bi vê lezê bi pêş de biçe?

Li gorî mikurhatinên Amerîka texmînên wan şa bûn, wan di gelek agahiyan de xwe dispartin îstîxbarata Efganistanê ku pir tişt nizanîn an jî ji Amerîka vedişartin. Ji ber îstîxbarat û hikumeta Efganistanê hewl didan piştgiriya malî û leşkerî ji Amerîka û NATO’yê wergirta.

*Çima Amerîka bêyî pêkanîna armancên xwe yên ji bo wê destwerdan kiriye, vekişiya?

Amerîka ji beriya 12 salan hewl dida ji Efganistanê vekişe. Di dirêjahiya salan de fermandarên leşkerî yên Amerîka agahiyên şaş dida rêveberiya Amerîkayê. Lê serokê berê Trump karên generalên amerîkî teşhîr kirin û got her tim wan pere û cebilxaneyên zêde dixwestin, lê di qada şer de bi bin ketin.

Di serdema Obama de, fermendarê hêzên amerîkî Mac Crystal ji Obama xwest ku hêzên Amerîka di nava 30 heta 60 hezar leşkerî de zêde bike. Ev yek jî di 2009’an de rewa kir û da zanîn ku ew hejmar ji bo rawestandina pêşdeçûna Talîbanê, ne ji bo têkbirina wê pêwîst e. Mac Crystal gotibû tenê ev hejmar ji bo rawestandina pêşdeçûna Talîbanê li gelek herêman e. Piştre Mac Crystal ji fermandariya Efganistanê xwest ku hêzên xwe yên Efganistanê li gelek herêmên gundan kêm bike, ji ber lêçûna parastina li ser van hêzan di van herêman de zêde ye û Talîban jî serweriyê li xetên piştevaniyê dikin.

Piştî kuştina Ben Ladin Amerîka nikarî demeke dirêj li Efganistanê bima. Wê demê Obama ragihand ku armanc ji êrişa Amerîka cezakirina El-Qaîdê bû, ne muhasebekirina Talîbanê bû. Li gorî Obama, Talîbanê tu zirarên yekser bi Amerîka nekirine û ew jî parçeyek ji gelê Efganistanê ne. Obama ragihandibû ku dê êrişên hêzên Amerîka û NATO’yê di dawiya 2014’an de bi dawî bibin û dê hêzên li Efganistanê jî tenê hêzên herêmî perwerde bikin.

Hikumeta Efganistanê li ser vê yekê erê kir û dest bi perwerdekirina hêzên taybet ên efganistanî hat kirin. Lê belê hat eşkerekirin ku fermandariyên leşkerî yên Efganistanê agahiyên rast ên li ser hejmara van hêzan û kapesîteya wan nadin.  Bi wê re Amerîka neçar ma ku vekişe û li rêbazekî diyaloga bi Talîbanê re digerîn. Lewra Amerîka erê kir ku nivîsgeheke siyasî ya Talîbanê li Dewhayê were avakirin ku diyalogê pê re bikin. Ji ber hikûmeta Karzai di wê demê de red kir ku tu wîlayeteke Efganistanê li derveyî operasyonan bimîne, da ku danûstandin di hundirê Efganistanê de çêbibin.

*Gelo ma pergaleke nû ya cîhanî bi serkêşiya Amerîka tê avakirin û rola Talîbanê tê de çi ye?

Pergaleke nû ya global bi serkêşiya Amerîka piştî hilweşîna Yekitiya Sovyet a 1991’ê û têkçûna Iraqê piştî şerê Kiwêt hat avakirin. Lê niha piştî binketin û têkçûna Amerîka û NATO’yê li Efganistanê, mezinbûna Çînê û hevgirtina Rûsya hin nîşaneyên avabûna pergaleke nû ya global a pirblokî heye ne du blok mîna dema şerê sar.

Çîn bi pêşdeçûna xwe ya aborî û leşkerî hişt ku ev pergala pirblokî derkeve holê, her wiha vegera Rûsya li qada navneteweyî bi awayekî bihêz piştî başbûna aboriya wê û serweriya li parçeyên mîna Ukrayna û Georgiya, her wiha careke din kontrolkirina dewletên navesrasta Asya û rola wê di Sûriyê û piştevaniya rejîma Beşar Esed de hişt ev pergala pirblokî derkeve. 

Heke Talîbanê têkiliya hevbeşiyê bi Pakistan, Çîn û dewletên Asyaya Navîn re re çêkirin dê fînansên Çînê zêde bibin û hêzeke nû bi xwe re bîne, dibe ku dewleta Tirk û Îran jî piştre tev lê bibin. Ev yek pêk nedihat heke Amerîka li Efganistanê bima.

*Gelo vekişîna Amerîka ji bo mijûlkirina Çîn û Rûsya bi rewşa li wir re bû?

Bê guman Amerîka dixwaze Çîn û Rûsya mijûl bike, lê belê ne bi vekişîna ji Efganistanê. Lê dibe ku Amerîka bi rêya piştgiriya rêxistinên çekdar ên li Efganistanê û dewletên cîran, Çîn û Rûsya li herêmê mijûl bike. Lê belê helwesta Çîn, Talîban, Pakistan, Îran, Rûsya û dewletên Asyaya Navîn ji vê dozê yek û hevgirtî ye û rê nadin ku komên çekdar alozî û tevliheviyê li herêmê çêbikin.

*Gelo stratejiya Amerîka sûdwariyek bi xwe re anî?

Dema Amerîka di 2001’ê de berê xwe da Efganistanê plana mayîna bi deh salan dikir, ne tenê 20 salan û piştre têk biçe. Artêşa Amerîka di 2004’an de li ser qaba kovara xwe nexşeya herêmê belav kiribû tê de Efganistan parçe kiribû. Tê de herêmên bakur tev li dewletên Asyaya Navîn dibe, herêmên Pashtun ên ku ji Pashtun ên Pakistanê qut kirine navê dewleta Pashtunistanê lê kir, her wiha herêmên ji başûrê rojavayê Efganistanê digel herêmên başûrê rojhilat ên ji Îranê û herêmên ji başûrê rojavayê Pakistanê qut kirine û navê dewleta Balochistan lê kir. Amerîka hewl da vê planê pêk bîne û Hindistanê destek da, lê bi bin ket.

Gelo digel serweriya Talîbanê careke din destwerdan were kirin?

Talîbanê serweriya li desthilat û tevahî Efganitanê kir, lê careke din destwerdana leşkerî tu sûdê bi xwe re nayîne. Ji ber dê lêçûn pir mezin bin. Her wiha dibe ku destwerdana biyanî komên çekdar ên li Efganistanê û kesên piştgiriya wan dikin li gorî gotina dewletên rojava veguherîna terorê, ev jî ne dewletên herêmê ne jî dewletên rojavayî vê yekê dixwazin.

*Gelo dê vekişîn çiqas bandorê li ser baweriya bi Amerîka di nava cîhanê de bike, bi taybet li gel hevalbendan?

Têkildarî pêbaweriya hevalbendan bi Amerîka, ez texmîn dikim ku bûyera li Efganistanê çêbûye, dê bandoreke mezin li jevkirina NATO’yê di salên pêş de bikin an jî herî kêm nakokiyekê di têkiliya dewletên Ewropa û Amerîka de çêke.

*Gelo piştî vekişînê, berjewendiyên Amerîka dê di çi nuqteyan de zirarê bibîne?

Yekemîn berjewendiyên Amerîka ku dê zirarê bibîne, di hundirê Amerîka bi xwe de ye. Bi wê re dê nakokiyeke tund di navbera Komarparêz û Partiya Demokrat de were avakirin, dê piştre helwesta gelek dewletên ku hevkariyê bi Amerîka re dikin di salên bê de bibin cihên pirsiyariyê. Li gel wê jî dê fişara Amerîka li ser dewletên dîtir kêm bibe.

*Dê çawa Amerîka li hember Çîn û Rûsyayê bisekine ku xistiye lîsteya xwe ya destpêkê ku li hember wan bisekine, heke hevlbendên xwe winda kirin?

Biden ragihand ku ya herî girîng ku Amerîka bi vekişînê re encamên baş bîne û nehêle Çîn û Rûsya rewşê li gorî xwe bi kar bînin û Amerîka di Efganistanê de zirarên zêde nebîne. Lê Amerîka hewl da û hewl dide piştî vekişînê Çîn û Rûsya bixe nava aloziya Efganistanê. Ji ber Amerîka Çîn weke dijminê aborî û leşkerî yê bi pêş de diçe danîbû pêşiya xwe. Ev jî dihêle Amerîka hîna zêde bi hebûna xwe ya leşkerî li deryaya başûrê Çîn û hevkariya bi dewletên rojhilatê Asyayê re bifikire, da ku Çîn dorpêç bike. Bi wê re Amerîka hevalbendiyeke çaralî ji Amerîka, Japan, Australia û Hindistanê ava kir ku Çîn dorpêç bike û li hember mezinbûna aborî û leşkerî ya Çîn di merheleya pêş de bisekine.

*Gelo vekişîna ji Efganistanê ne binketina siyaseta Amerîka ya li hember Çîn û Rûsyayê ye?

Li gorî min, gotina binketinê bi hevrûkirina mezinahiya têkçûnê û azara Amerîka ya piştî vekişîna ji Efganistanê re, biçûk e. Dê rojên pêş bihêlin piranî amerîkî û ewropî vê binketinê eşkere bikin.

*Gelo dê Talîban bi dewleta Tirk re hevkar be yan jî weke ku parçeyekî NATO’yê ye lê dinêre û pê re nekeve nava danûstandinan?

Talîbanê spasiya gelê Tirkiyê kir, lê hebûna leşkerî ya Tirkiyê li Efganistanê red kir. Tevî banga dewleta Tirk jî, Talîbanê demeke berê red kiribû ku nivîsgeheke xwe li Enqereyê veke. Her wiha red kir ku tu şandeyekê bişîne Tirkiyê, da ku beşdarî kongreya ku dê di Nîsana borî de li Stenbolê li dar bikete, bibe.

Girêdayî têkiliyên pêşerojê, Talîbanê ragihand ku ew dixwaze têkiliyên baş bi tevahî dewletan re deyne. Ez texmîn dikim ku dê dewleta Tirk yekemîn dewletê ku têkiliyê bi hikumeta Talîbanê re deyne. Dê dewleta Tirk gelek tawîzan bide hikumeta Talîbanê.

Ji lew re ez texmîn dikim ku dê têkilî di navbera her duyan de hebe, tevî ku dewleta Tirk parçeyek ji NATO’yê be. Talîbanê ragihand ku tevî şerê Amerîka li dijî wê û dewletên ku Efganistan dagir kirine, amade ye têkiliyên baş bi DYA`yê re li ser esasê aşitiyê bê destwerdana karûbarên aliyê din, deyîne.

(fr)

ANHA