Çiya Kurd: Ji bo çareseriyê gavên pratîk pêwîst in, daxuyanî têrê nake

Reportaj Summay

Çiya Kurd: Ji bo çareseriyê gavên pratîk pêwîst in, daxuyanî têrê nake
28 tebax 2021   00:45

Bedran Çiya Kurd destnîşan kir ku dewleta Tirk a mêtînger naxwaze Rêveberiya Xweser bibe xwedî statuya siyasî û ji ber wê êrişên xwe xurt dike.  

Bedran Çiya Kurd bal kişand ser girîngiya hevdîtinên ku pêk anîne û got: “Ez texmîn dikim ku ev têkiliyên ku pêş dikevin wê ji bo Rêveberiya Xweser di aliyê siyasî de bibe destpêkek nû. Wê bi Rêveberiya Xweser re danûstanên fermî pêş bikevin.”

Çiya Kurd, têkildarî daxuyaniya Beşar Esad jî anî ziman ku tenê daxuyanî têrê nake divê gavên pratîk bên avêtin.

Der barê hevdîtinên Rêveberiya Xweser li dewletan, êrişên dewleta Tirk, daxuyaniya Beşar Esad, bandoriya rewşa Efganîstanê li Sûriyê de Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd bersiva pirsên me da.

Ev demekê dirêje hûn li derveyî welat gelek hevdîtinan pêk tînin. Di serî de hûnê karibin behsa encam û girîngiya van hêvdîtinan bikin?

Me di asta wezîrên karê derve, partî û kesayetan de hevdîtinên girîng pêk anîn. Hevdîtinên me hîn jî berdewam dikin. Rêveberiya Xweser hemleyekî siyasî bi pêş dixe. Gelek welatên ewropî bê tirs û fikar bi Rêveberiya Xweser re dikevin nav têkiliyan. Gelek welatên din hene ku dixwazin bi me re hevdîtinan çêbikin. Her wiha hinek pirsgirêkên hevbeş hene ku dixwazin bi me re parve bikin.  Gelek xalên hevbeş hene û li ser wan nîqaş tên nîqaşkirin. Mînak îro welatên me hîn jî li dijî terorê têkoşîneke giran dikin. Hemû welat xwe deyndarê Rêveberiya Xweser dibînin. Ew bi devê xwe ji me re dibejin `em deyndarê we ne ku we têkoşînek wiha pîroz daye.`  Welatên ku me bi wan re hevdîtin çê kirine dibêjin `em ê di vê têkoşînê de piştgiriya we bikin û hevkariya xwe berdewam bikin.`  Hemû teqez dikin ku divê îstîqrara herêmê bêparastin. Dibêjin ku di aliyê mirovî, aborî, siyasî de çi pêwîst bike wê bikin. Ew jî dibêjin ku bê Rêveberiya Xweser ne pêkan e ku çareseriyek siyasî di hindurê Sûriyê de pêş bikeve. Dibêjin ku ew ê jî hewil bidin da ku Rêveberiya Xweser jî di diyalogên siyasî de bibe beşek û bi vî şeklî çareseriyê pêşbixin. Ev nîqaş û nêrîn ji bo me gelek girîng in. Em texmîn dikin ku bi vî şêwazî ev têkilî wê hîn pêş bikevin. Ev ji bo ku Reveberiya Xweser di aliyê siyasî de bê qebûlkirin wê bibe destpêkek nû. Wê bi vî şeklî danûstanên fermî li gel Rêveberiya Xweser pêş bikevin. Niha bi awayekî defacto danûstandin li gel Rêveberiya Xweser tên kirin. Hinek welat vekirî hinek jî bifikar danûstandinan dikin. Em fêm dikin ku berjewendiyên wan li gel Tirkiyê û hikûmeta Şamê û aliyên cûda hene. Ji bo vê jî bi tirs in. Lê dîsa jî dixwazin li gel Rêveberiya Xweser danûstandin pêş bikevin.

Herî dawî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Cinêv yê Swîsrê nûnertîya xwe vekir. Bi giştî vekirina nûnertiyê û bi taybet a li Cinêvê hatiye vekirin, hûn çawa dibînin? Meriv dikare vê ji bo qebûlkirina statûya herêmê wek gavek binirxîne?

Vekirina nûnertiya Rêveberiya Xweser li Cinêv di çarçoveya pêşketina têkilî û danûstandinan de gavek gelekê girîng bû. Ev pêvajoyeke nû ye û têkiliyên baş pêş dixe. Ev nûnertiya 5'an a Rêveberiya Xweser ku li welatên Ewropa tê vekirin e. Bi taybet li Cinêvê vekirina nûnertiyê xwedî wateyek mezin e ku ew der wekî navenda siyasetê tê dîtin. Rola nûnertiyan ew e ku wê bikaribê pirsgirêkên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû şêwazan bigihînê cîhanê. Di aliyê siyasî de qebûlkirina Rêveberiya Xweser, pêşxistina têkiliyan, di aliyê aborî, ewlehî, aramî û mirovî de wê kar bike. Di heman demê de sûcên ku li herêmên dagirkirî yên wekî Serêkaniyê, Efrîn, Girê Spî li dijî gelê me tê kirin jî bikaribe bigihînê raya giştî û bikaribê li hember van têkoşîneke siyasî, hiqûqî pêş bixîne.

Li dijî vekirina nûnertiya li Cinêvê ji aliyê dewleta Tirk û hikûmeta Şamê bertekên nerazîbûnê hatin nîşandan, hûn vê yekê çawa dinirxînin?

Belê, li dijî vekirina nûnertiyê ya li Cinêvê dewleta Tirk û hikûmeta Şamê helwesteke tund nîşandan.  Ev jî dide xuyakirin ku her du rejîm tu carî qebûl nakin ku herêm demokratîk bibe û destkeftiyên gelê Kurd li cîhanê bên naskirin û qebûlkirin. Ji bo wê jî bi hişmendiyeke nîjadperest û şovenîst li dijî van deskeftiyan derdikevin.  Dewleta Tirk vekirina nûnertiyê li Cinêvê protesto kir. Her wiha wezareta karê derve ya hikûmet Şamê jî heman helwest nîşan da ku gotin `Ev bûro ne qanûnî ye, li dijî qanûnên navneteweyî ye, ev temsîla kesên ku Sûriyê perçe bikin li dijî me çek rakirine.’ Di serî de em dibêjin ku ev nûnertî ne alternatîfa balyozxane û konsolxaneya Sûriyê ye. Ev nûnertiya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin. Wê êş û pirsgirêkên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigihînin cîhanê. Ji ber ku îro hikûmeta Şamê û balyozxaneye derveyî welat nema dikarin nûnertiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta tevahî Sûriyê bikin. Hikûmeta Şamê xwe ji pirsgirêkên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dûr dibîne, xwe berpirsyar nabîne. Êrişên dewleta Tirk, qûtkirina avê, pirsgirêkên ewlehiyê, teror û aborî hene. Hikûmeta Şamê van pirsgirêkan derveyî erk û berpisyartiya xwe dibîne. Lewma vekirina van nûnertiya gelek girîng e.

Xebatên we hene ku hûn li dewletên din jî nûnertiya vekin?

Cihê ku pêwîst bike wê nûnertî bê vekirin. Di planên me de tine ku em li her welatekî nûnertiyê vekin. Welatên ku pêwîst bikin wê kar û xebat ji bo wan bên kirin. Hinek xebatên wiha di rojeva me de jî hene.

Di demên dawî Beşar Esad gotineke ne ji rêzê kir ku got, "Wê Sûriye venegere beriya 2011'an. Dikare bi rêveberiyeke adem-î merkezî bê birêvebirin." Hûn vê daxuyaniya Beşar Esad çawa dinirxînin?

Em wekî Rêveberiya Xweser daxuyaniyên Serokê dewletê yê Sûriyê girîng dibînin.  Em bi hêvî ne ku nêrîn û nirxandinên ku çêbûn bibe dêriyek vekirî yê nû û diyalog pêş bikevin. Di encamên diyalogê de jî îtîfakên siyasî ku hemû aliyên li ser çareseriya Sûrî li hevbikin. Axaftina ku  Sûriyê venegare berî sala 2011`an. Ji xwe ev nêrîna me û hemû Sûriya ne ku em gelek caran jî dibêjin. Tu carî Sûriyê venagere berî sala 2011`an. Li gor şert û mercên ku niha hene em çawa dikarin sîstemek nû di navbera hemû Sûriyan de avabikin ku her kes xwe tê de bibîne û mafên biparêze. Hêviya me ew eku cardin hikûmeta Şamê tev li van dîtinan bibe. Divê di vê der barê de gavên pratîk hebin ku bi rastî jî bawerî bide û êdî ev nirxandin bibe destpêkek nû.

Xala din a girîng ku digot Sûriyê bi rejîmeke navendî nayê îdarekirin, divê nenavendî be. Bi salane em vê dibêjin. Cardin em teqez dikin ku gelek netewe, çand, bawerî li Sûriyê hene divê bên parastin. Ev reng wê di nav sîstemeke nenavendî de bên parastin.  Dibe ku herkes sîstema nenavendî li gor xwe şîrove bike, lê ya rast pirrengiya civaka Sûriyê ye. Pêwîstiya sîstemek nenavendî ew e ku mafên her kesî tê de bên parastin. Ne wekî ku berê behs dikirin tenê nenavendiyek îdarî pêk bînin.  Pêwîst e erkên rêveberiyên herêmî zêde bikin, ew e bi vî şêwazî ji bo hemû pirsgirêkan bibe çareserî.

Berî sala 2011`an, ji bo rêveberiyên herêmî qanûna 107 hatibû derxistin. Tê behskirin ku ew qanûn di Sûriyê de dibe bedîlê sîstemeke nenavendî. Em dibêjin ne mimkûne ew qanûn ji bo pirsgirêkên li Sûriyê çareserî bîne. Pêwîst e aliyên siyasî, çandî, aborî, ewlehî di sîstema nenavendî de bên nîqaşkirin û erk bên diyarkirin. Ev ê bi vî awayî bibe çareseriyek mayînde ji bo pêşeroja Sûriyeke demokratîk.

We jî anî ziman ku ev gotin ne nû ne û di heman demê de daxwaziya gelê Sûriyê ye jî. Lê balkêşbûna wê ew e ku cara yekem ev ji aliyê Beşar Esad vê tê gotin. Nirxandina we ji bo vê mijarê çi ye?

Di serî de li Dera, Sûweyda, Idlib û li gelek deverên din ên Sûriyê pirsgirêkên aborî û jiyanî pir zêde dibin. Êdî pêleke koçberî li dijî vê rewşê li Sûriyê destpê dike. Di vê demê de rewşa Sûriyê krîtîk e. Yan wê bê guhertin, siyasetek pêwîst ji bo Sûriyê qebûl bike yan jî wê rewşa Sûriyê xerabtir bibe.  Arteşa hikûmeta Şamê di esas de ji bo çareseriyê ketibû herêmên ku tê de lihevhatin çêbibûn. Dera yek ji van bû. Komên çekdar yên opozîsyon tên hesibandin ji wir derxistin.  Lê dîtin ku li wir jî pirsgirêk nehatin çareserkirin. Her çû pirsgirêk mezin bûn. Rêbaz û hişmendiyên hikûmeta Şamê yê berê ne mimkûne ku çareseriyê biafirînê.  Mimkûne li ser vê xalê ketibin rê ku bixwazin hinek siyaseta xwe di ber çavan re derbas bikin û bikaribin rê û dêriyên diyalogê ji bo lihevkirinê çêbibe vekin. Ji bo vê jî divê gavên pratîk bên avetin. Wê demê wê herkes bawer bike ku hikûmeta Şamê dixwaze siyaset û hişmendiya xwe biguherîne.  Lê heya niha di pratîk de tiştek zêde nehatiye dîtin. Em dixwazin ev axaftin bi gavên pratîk ve bên îsbatkirin.

Li herêmên we li aliyekî geşedanên germ ên siyasî û dîplomatîk, pêşketinên girîng pêk tên, li aliyêkî din jî êrişên dewleta Tirk a dagirker zêde dibin. Bi awayekî topyekûn hem li ser Şengal, Bakur û Rojhilatê Sûriyê hem jî Başûrê Kurdistanê êriş pêk tên. Der barê van êrişan de hûn çi dibêjin?

Dewleta Tirk bi hovîtiyeke mezin, bi hişmendiyeke faşîzane êrişên xwe li ser gelên herêmê pêş dixe. Bi taybetî di van rojên dawîn de, bêyî ku ferqê têxe navbera leşker û sivîlan, nexweşxane û cihên leşkerî, çi dikeve pêş wan bi çavkorî êriş dikin. Her tiştî dide ber xwe, ev yek diyar dike ku desthilatdariya AKP-MHP’ê di hundir de pir tengav bûye û gelek binkeftinên mezin dijî. Gelek hevalbendên xwe wenda kirin ku îro dixwaze tolê hilînin. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê her diçe gavên serkeftî diavêje. Bi taybetî di aliyê siyasî de pêşketinekê dijî. Dewleta Tirk li hemberî wê xwedî bertekeke mezin e û naxwaze Rêveberiya Xweser bikeve pêvajoyeke siyasî ya bi vê rengî. Ji lew re, dixwaze di vê demê de peyam bide ku, ‘heya em hene ne mimkune hûn statûya xwe ya siyasî biparêzin û mayînde bikin, em ê her tim bibin sedema aloziyê û bêîstiqrariyê, em ê her tim li ser we gef bin.’ Dixwazin vê peyamê di serî de bide gelê herêmê û welatên ku bi me re dikevin têkiliyê. Di esas de dixwaze wan hişyar bikin û bibêe, ‘ev herêmeke şer e û kengî em bixwazin dikarin êriş bikin û têk bibin.’

DAIŞ têk çû û nema dikare bi rêya DAIŞ`ê wek berê tiştê ku dixwaze bike. Li Idlibê jî îstiqrarek çênabe, parvekirin pêş nakeve. Esas hin hesabên dewleta Tirkiyê li ser Idlibê dikir ne serkeftî ne. Kiryarên li Efrînê jî dikin dibe sedem ku dewleta Tirk bikeve nava rewşeke pir tengav û xirab. Zexteke siyasî û hiqûqî pir zêde çêdibe. Di hin raporên saziyên navneteweyî yên hiqûqî de kiryarên wan hatine ser ziman.

Îro bi rêya hevalbendên xwe yên wekî Koalîsyona Nîştimanî ya Sûriyê û ENKS`ê planên cuda dixin meriyetkê. Mînak plana çêdikin ku koçberên Efrînê yê li Şehba vegerin Efrînê da ku zexta li ser xwe sivik bike. Dixwazin nîşan bidin ku tiştek li Efrînê tune ye. Wek ku Efrîn aram e û herkes dikare vegere cih û warê xwe.

Her wiha li Tûnisê Xenûşî di vê demê de hevalbendekî mezin ê AKP’ê ye. Ew ji dewrê derxistin. Ev jî derbeyek bû ji bo wan. Êriş û operasyonên li Herêmên Parastinê yên Medyayê dike. Lê li wir jî rastî berxwedaneke mezin hat û encama ku dixwest bi dest nexist. Her wiha xwest şerekî navxweyî di navbera aliyên Kurdistanî de çêbikin lê li gorî dixwest encam negirt. Ji bo wê, îro bi kîneke mezin êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê dike. Dixwaze tola binkeftina xwe hilde. Dewleta Tirk dixwaze bi êrişên bi vê rengî aloziyeke mezin li herêmê derbixe. Divê herkes li hember vê hişyar be. Dive bi teybat bê zanîn ku dewleta Tirk nahêle ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê îstiqrar çêbibe. 

Her kes li hemberî vê rewşê berpirsiyar e, divê dengê xwe bilind bikin. Welatên Ewropa dibe, welatên di nav Koalîsyona Navneteweyî dibin, NATO û di serî de DYA û Rûsya berpirsyariyên wan li vê herêmê hene, hêzên wan dewletan li vir hene. Tevî ku ew hêz hemû li vê derê ne, dewleta Tirk êriş dike û sivîlan qetil dike, dixwaze aloziyan derxe. Pêwîst e ew alî li hemberî van êrişan helwestên tund nîşan bidin û van êrişan rawestînin. Ji bo ku îstiqrareke mayînde çêbibe, teror û DAIŞ careke din venegere vê herêmê, ji bo ku Rêveberiya Xweser wek tecurbeyek demokratîk xwe pêş bixe û bibe beşekî girîng ji bo çareserkirina pirsgirêka Sûriyê. Em dibêjin Rêveberiya Xweser rêya herî serkeftî û sereke ye. Mumkine bibe bingeha çareseriya aloziya Sûriyê. Ev berpirsiriyariya her kesî ye ku divê li hemberî van êrişên dewleta Tirkiyê rawestin.

Cîhan bi giştî li ser rewşa Efganîstanê ku piştî vekişîna leşkerî ya Amerîka Talîban hat ser deshiladariyê diaxive. Ev rewşa li Efganîstanê gelo wê Sûriyê û Rojhilata Navîn bi çi awayî bandor bike?

Guhertin û bûyerên li Efganistanê çêdibin û vekişîna hêzên Amerîka, bûyerên girîng in û wê bandore li hemû herêmê bikin. Çawa Amerîka 2001`an destwerdan li Efgansitanê kir, çawa berxwedêran hevsengiyek nû çêkir, bandorek nû li herêmê çêkir em bawer in ku bi vê awayî wê ji nûve hevsengiyekê nû çêbikin. Wê bandoreke berfireh li ser Îran, Rûsya, Çîn, Rûsya, Sûriye û Iraqê çêbikin.

Li Iraq û Sûriyê pirsgirêkên cuda hene. Amerîka ger bi hinceta têkoşîna li dijî terorê li herêmê mabe, ew têkoşîn berdewam e. Ji bo wê rewşa herêmê û ya Efganistanê di pir xalan de ne wek hev in. Lê îro li Efganistanê ya girîng ew e ku Talîban bû dexhilatdar. Ev di nava çend rojan de pêk hat. Di serî de Tirkiyê bixwaze sûdê ji Talîbanê bigire, wê ji nû ve li herêmê bi kar bîne. Her kes dizane DAIŞ hebû, li hinek welatên din îslama siyasî bû destilatdar, ew têk çûn. Niha dewleta Tirk digere li hin cihên dîtir ev hêz bibin desthilatdar û wan bike pişt ji bo hemû hêzên îslamî yên radîkal di cîhanê de. Hikumeta Tirk ji bo piştgiriya Talîban û hevkariya wan bi hev re gelek peyam dan. Her kes dizane ku li Efganistanê, berî destwerdana Amerîka û heta piştî 2001’an, li gelek hêremên ku di bin destê Talîban de bûn grupên îslamî yên tundraw bi cih bibûn. Li wan ciha gelek kes hatin pwerwerdekirin û derbasî Sûriyê û Iraqê bûn. Niha ev kar wê zêde rihettir be. Yê ku rêya vê veke û alîkarî bide wan dewleta Tirk e. Ev grupên ku di nava Opozîsyona Sûriyê de di bin kontrola dewleta Tirk de ne pir nêzî Talîbanin. heta dixwestin hin grupên çete ji bo ewlekariya balafigeha Kabulê erkdar bikin.

Em bawer in Tirkiye wê gelek karên hevbeş di navbera xwe, wan grupên çete û hêzên Talîban de bike. Di rojên pêş de wê ev hîn zêdetir eşkere û zelal bibe. Careke din jî eşekere dibe ku wê Efganistan bibe cihekî alozî û pevçûnê di hundir herêmê de. Wê şerê navxweyî li Efganîstanê derkeve, ne mimkune ku bi vê rengî îstiqrar di nava Efgansitanê de çêbibe û dewam bike. Gelek grupên ku wê li dijî berxwedanê li ber xwe bidin, derdikevin holê.

Talîban û Îran pir ne li hev in. Di dîrokê de li dijî Îranê ne. Îran jî jê bi tirs e û mimkune piştgiriyê bide grupên Şîa yên li Efganistanê. Ev wê metirsiyê li ser Rûsya û Çînê jî çêbike. Ji bo wê, ya herî zêde piştigiriyê bide Talîban Tirkiye ye. Yanî wê pêvajoyeke nû ya aloziyê li hundirê herêmê dest pê bike. Wekî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rêveberiya Xweser, tu carî em hesabê xwe li ser hebûna hêzên biyanî li hundirê herêmên xwe nekin. Hebûna Amerîka û Koalîsyona Navneteweyî li herêmên me ji bo têkoşîna li dijî terorê ye. Em ê vê têkoşînê berdewam bikin. Em ê hewl bidin bi van hêzan re ji bo îsitqrar û çareseriya siyasî kar bikin. Ev hêzên derve yên ji bo plan û berjewnediyên xwe dikevin kîjan welatî, wê nikaribin sîstemeke mayînde di berjewnediya gel û civaka wî welatî de ava bikin. Ya girîng ew e ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rêveberiya Xweser li ser nirxên demokrasiyê yên li herêmê xwe ava dike. Bi Kurd, Ereb û Suryanên wê her kes di nava vê projeyê de cih digire. Li ser van hêzan wê ev proje mayînde bibe, ne li ser hesabê hinek hêzên derve wê projeya xwe mayînde bike. Bê guman em ê ji hêzên derve yên ku bi me re li dijî terorê hevkariyê sûdê bigirin. Lê belê hesabekî temam li ser wan hêzan nayê kirin. Beriya ku hêzên Koalîsyona Navneteweyî Rêveberiya Xweser û gelek destkeftiyên din li herêmê hebûn û xwe ava kiribûn. Ji niha û pê ve jî bi itifaqa di navbera gelên Bakur û Rojhiatlê Sûriyê wê ev destkeftî mayînde bibin û li ser vê itifaqê wê biçe serkfetina dawiyê.

ANHA