​​​​​​​Ramî Zihdî: Divê rihê hevkarî û hevgirtinê di nava gelên Ereb û Kurd de bilind bibe

Reportaj Summay

​​​​​​​Ramî Zihdî: Divê rihê hevkarî û hevgirtinê di nava gelên Ereb û Kurd de bilind bibe
14 nîsan 2022   04:20

Siyasetmedarê misirî Ramî Zihdî da zanîn ku divê rihê hevkarî û hevgirtinê di navbera gelên Ereb û Kurd de bilind bibe û banga li wan kir ku li şûna xîtabkirina hikumetên dewletan xîtaba gelan bikin.

Siyasetmdarê misirî Ramî Zihîd diyar kir ku helwestên dewletên Ewropa yan jî hêzên navneteweyî ne yekalî ne yan jî adil in û her tim helwest û qanûnan li gorî berjewendiyên xwe diguherin.

Ramî Zihîd di hevpeyvînekê de bi ANHA`yê re îşaret bi girîngiya hevkariya di navbera gelên Ereb û Kurd de weke hevkariya di nava welat û erdnîgariyê de, kir.

HEVPEYVÎN WIHA YE:

Rêber Abdullah Ocalan ji beriya çend salan ve ji bo gelê Kurd û Kurdistanî tê dikoşe. Her tim ji bo çareserkirina doza Kurd tê dikoşe lê hewldanên wî rastî redkirin û komployê hatin. Di 15`ê Sibata 1999`an de bi komployeke navneteweyî dîl hate girtin. Hûn têkoşîna rêber Abdullah Ocalan çawa dinirxînin?

Têkoşîna birêz Abdullah Ocalan ji zilma li ser neteweya Kurd dest pê kir. Ew encama peymanên dûrxistina civakî, çandî û siyasî ye û di warê dîrokî de kesayetên mîna kesayeta Ocalan derket ku ew jî îlhamek ji gelê xwe re bû da ku xebatê berdewam bike heta ku armancên xwe pêk bîne. Têkoşîna birêz Ocalan û kesên din bingeha avakirina pêşeroja kesên mafên xwe dixwazin û parastina doza xwe dikin. Birêz Ocalan dê weke sembola serkeftinê di çanda Kurd de bimîne.

Hikumeta Tirkiyê ji beriya çend salan ve tecrîdeke giran li ser rêber Ocalan ferz dike. Ew yek li dijî hemû qanûnên navneteweyî heta li dijî qanûnên Tirkiyê jî. Bi nêrîna we sedem çi ye?

Ji ber pêkanîna desthilatên Tirkiyê ji vê siyasetê re, em nikarin wê bi nîştimaniyê wesif bikin û tişta pêk tîne berovajî pêdiviya welat e. Ew li dijî berjewendiya dewleta Tirk bi giştî dixebite. Tişta ku li dijî kurdan derket eşkere bû. Ji ber ew ji aliyên hejmar û bandorê ve neteweyeke xurt e. Doza Kurd ji têgihaştina sînorê dewleta Tirk û hikumeta Tirkiyê mezintir e. Hikumeta Tirkiyê ne niştîmanî ye û heta asta ku mirov bêje ne zîrek e û alava di destê hêzên derve yên navneteweyî de ye da ku armancên xwe yên stratejîk û aborî li herêmê, pêk bîne. Gelê Kurd her tim dibin fatûreyên binketî yên van planên bi armanca parçekirina herêmê û guhartina demografî.

Rêber Abdullah Ocalan û tevî rewşên giran di girtîgehê de, têkoşîna xwe dewam dike û projeya neteweya demokratîk ku banga mafên hemû gelan, azadiya jinê û xurtkirina têkiliyên hezkirin û aştiyê dike, pêşkêş kirin. Gelo nêrîna we der barê projeya neteweya demokratîk de heye ku niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê?

Ji aliyê pîvana giştî ve mirov nikare ji bo armancên ku vê projeyê girtine ser xwe têkeve nakokiyan. Lê belê li gorî texmîna min pêdiviya projeyê bi jinûve karakterîzekirinê di herêmên cûda yên erdnîgariya navbera Sûriyê , Iraq, Tirkiyê û Îranê de heye. Tevî hevkariya di heman neteweyê û wekheviya rewşan de lê taybetmedniya detayan di navbera kurdên her dewletekê de cûda ye. Her wiha hewaya siyasî, civakî, aborî û rewşên ewlehiyê li her dewleteke li vê herêmê cûda ye.

Bêyî tu bingehên qanûnî Amerîka û YE’yê navê PKK’ê xistin "lîsteya terorê" re. Ev partî nûnertiya xwestek û têkoşîna gelê Kurd dike. Ev jî tê wateya krîmînalîzekirina gelê Kurd. Di nêrîna we de sedem  çi ye û çima?

Helwestên dewletên Ewropa û hêzên navneteweyî ne yekalî ne û ne adil û her tim helwest û nêrînên xwe li gorî berjewendiyan, diguhêrin. Ez dibînim ku Kurd ji berê de jî ne teror bûn û nabin teror jî. Divê baweriya wan bi wan hebe û li şûna hikumetên dewletan ku li gorî berjewendiyên xwe tev digerin, heke li ser hesabê mirovahî û edaletê be jî, xîtaba gelên din bikin.

Dewleta Tirk terorê li dijî gelê Kurd bi kar tîne, ji dagirkirin û heta pêkanîna komkujî, guhertina demografiya Kurdistanê, bi cihkirina malbatên çeteyan tê de. Bi nêrîna we çima hesab ji dewleta Tirk nayê xwestin?

Ez dibînim ku dê dewleta Tirk ji ber çavên xwe ji van sûcan re digire, di demeke nêz de berdêleke giran bide. Heke di hin aliyên qanûnê de çavên xwe girtin, lê dê nikaribe berdewam bike. Dibe hemû dosya li Tirkiyê bi paş kevin, bi taybet dosyaya aborî û dosyaya têkiliyên derve, lê ew nîşaneyên krîzên rasteqîn ên rejîma Tirkiyê ye.

Di navbera gelên Kurd û Ereb de têkiliyên dîrokî yên xurt hene. Rêber Ocalan teqeziyê li ser girîngiya yekitiya her du gelan û têkoşîna wan ji bo bersivdayîna hemû xeteriyên li ser wan, dike. Bi taybet xeteriyên ku dewleta Tirk di destwerdana karûbarên piraniya dewletên ereban de ava dike. Bi nêrîna we niha ji gelên Kurd û Ereb di vê pêvajoyê de çi tê xwestin?

Tişta ku tê xwestin bilindkirina hevgirtin û hevkariya welatan e. Bilindkirina neteweya erdnîgarî li ser fikreya neteweya erebî ye ku ne baş û ne serkeftî bû û ne li gorî berjewendiyên gelên de be. Hevkariya di navbera me hemûyan de weke hevkarên di welat û erdnîgariyê de ya herî girîng e û di ser netewe, ol û ziman re ye. Em dizanin ku cudahiya hêz û hevgirtinê ne sedema nakokiyê ye.

(bx)

ANHA