Nivîskarekî jeopolîtîk: "Rêya hevrişmê" sedemeke veşartî ya radestkirina Efganistanê ye

Reportaj Summay

Nivîskarekî jeopolîtîk: "Rêya hevrişmê" sedemeke veşartî ya radestkirina Efganistanê ye
17 tebax 2021   03:08

Nivîskarê jeopolîtîk ê misirî Amr Emar got, Amerîka di komkirina terorîstan li welatên Ereban û bikaranîna wan li hemberî Rûsya û Çînê de bi bin ket. Ji lew re ji Efganistanê vekişiya da ku Talîban wê valahiya stratejîk dagire.  Her wiha destnîşan kir ku Washington bi rêya derxistina şerê bi wekîlan li Kabulê dixwaze girîntirîn rêyên Çînê li ser rêya Hevrişmê qut bike.

Di çend saetên dawî de bûyerên bi lez li Efganistanê qewimîn, bi wê re tevgera Talîbanê peytexta Efganistanê Kabulê kontrol kir û hikumeta Efganistanê bi reva serokê wê Eşref Xenî ya ji derve re hilweşî. Li Kabulê alozî çêbû, ji ber wê welatiyên herêmê û yên biyanî ji welat derketin. Digel geşedanên lez a tevgera Talîbanê û ragihandina DYA’yê ya vekişîna leşkerên xwe ji welat û temamkirina vekişandinê bi dawiya vê mehê re gelek pirs xwe didin der, gelo Amerîka Efganistan radestî tevgera Talîbanê kiriye û armanca wê çi ne? Ji bo bersivdana van pirsan, ajansa me hevpeyvînek bi nivîskarê jeopolîtîk ê misirî Amr Emar re çêkir.

Hevpeyvîn wiha ye:

Dema Amerîka dest bi vekişînê kir, gelo nizanî dê Talîban bi lez pêş de biçe?

Gelo Washington nizane vekişîna wê ji Iraqê dê bibe wîlayeta 52’yan a Tehranê? Washingtonê Iraq radestî Îranê kir. Dema ku wê sirgûnên iraqî yên li baregeha Ahwazê ya Îranê perwerde bûbûn, çek hilgirtibûn û li ser pişta tankên Amerîkayê anîn Bexdayê û piştre ji bo berjewendiya Xaminey ji Tehranê vekişiya.

Gelo çima Amerîka bêyî pêkanîna armancên xwe yên têkbirina Talîban û El-Qaîdeyê vekişiya?

Bi rastî Washingtonê armancên xwe pêk anîn. Armanca êrişa wê ya 2001’ê li Efganistanê pêkanîna projeya sedsala Amerîka ya bi kopya wê ya leşkerî ku li gorî teoriya Harvard Mackinder serweriyê li xakê bike bû, lê ne ji bo sekina li hember Mela Umer û têkbirina Talîbanê bû.

Em gotina Bush Jr a beriya êrişê li pêşiya Kongreya Amerîkayê bi bîr bînin, di gotina wî de gelek xwestek, hişyarî ji tevgera Talîbanê re hebûn; qewitandina Usama Bin Ladin, girtina baregehên perwerde yên taybet bi tevgera Talîbanê û keşfkirina wê ji aliyê navneteweyî ve, radestkirina tevahî terorîstan ji bo aliyên biyanî yên taybet.

Tevî ku Talîbanê şertên Amerîkayê qebûl kirin, lê rêveberiya Amerîkayê israr kir ku şerê Efganistanê bike. Girêdayî wê jî Amerîka şensa radestbûna mezinên serokên Talîbanê piştî çend mehan ji êrişî paşguh kir, dema ku wan pêşniyar kir ku dev ji çalakiyên xwe yên siyasî berdin.

Gelo vekişîna Amerîka ji bo mijûlkirina Çîn û Rûsyayê ye?

DYA'yê ya ku azara hilweşîna stratejîk dikişîne, ji ber vê yekê ji 2011’an ve ji herêma Rojhilata Navîn dikişe. Vekişîna wê ya stratejîk  bi siyaseta tund hate kirin. Amerîka ev yek bi şoreşên li dewletên Ereb kir. Armanca wê ya stratejî ji Buhara Ereban dorpêçkirina pêşdeçûna Pekîn û Moskovê bû. Ew jî bi rêya komkirina tevahî terorîstên li cîhanê li qada Sûriyê ye. Da ku piştre wan tevahî terorîstan bide aliyekî û veguhêze dewletên Kafkasya da ku Moskovê derbe bike û li naverasta Asyayê jî Çîn têk bibe.

Armancên Buhara Ereban bi saya berxwedana gelên Misir û Sûriyê bi bin ket, bi wê re jî plana altarnetîf vekişîna lez ji Efganistanê bû, da ku tevgera Talîbanê vê valahiya stratejî dagire.

Gelo îhtîmala destwerdanê nû ya Amerîkayê heye?

Ka em bînin bîra xwe, dema şer Amerîka Pashtun Hamid Karzai bir Pakistanê da ku wî biparêze, piştre di 22’yê Kanûna 2001’ê ew kirin serokê Efganistanê.

Veguhastina Karzai û hevrêyên wî ji Pakistanê re di cewherê xwe de asta hevkariya Amerîka li Efganistanê û alîkariya bi wan tundrawên Talîbanê re eşkere dike. Di wê demê de fermandariya navendî ya Amerîkayê ferman da ku korîdoreke asîmanî ya taybet ji bo garantiya leşkerên Pakistanê were vekirin. Ew leşker di dema şerê li bajarê Qendoz ê Efganistanê de li wir û Amerîka bi rêya balafirên kargoyê yên Pakistanê derxistin. Piştre xebata veguhastinê vegerî karê derxistina komî ya endamên rêxistina El-Qaîde û Talîbanê.

Têkiliya Washington û van koman têkiliya berjewendiyan e, dema ku ev kom li deverekê hebin ku berjewendiyên Amerîkayê pêk tînin piştevaniya wan bi pere û çekan ji hêla îstîxbarata Amerîkayê ve tê kirin. dema berjewendiyên wan li hev nayên Pentagon şer li dijî van radigihîne.

Piştî Amerîka hevalbendên xwe ji dest dan, gelo stratejiya wê ya li hember Çîn û Rûsyayê çi ye?

Rêvebiriya Amerîkayê dixwaze Kabulê bide Talîbanê da ku korîdora bakurê rojava (Korîdora Aborî ya Çînê-Pakistan) ku yek ji korîdorên herî girîng ên Çînê li ser Rêya hevrişmê ye qut bike. Korîdor ji her sê wîlayetên Çînê ji bakurê rojavayê re hebûna stratejî ya li ser Okyanosa Hindî û Deryaya Ereb dabîn dike û Pekînê ji çavkaniyên enerjiyê yên li Tengava Bosfor, Tengava Ereb û Bakurê Afrîkayê nêz dike.

Ev korîdor dahatûyên enerjiyê yên ji Kendav û Bakurê Afrîkayê bi rêya bendera Cawadir a Pakistanî ya li ser Deryaya Ereb dabîn dike û piştre bi rêya boriyên li bejahiyê ji xaka Pakistanê ber bi wîlayeta Xinjiang a Çînê ve dibe.

Li gorî Çînê, ev bender dikare bibe baregehek ji dagirtina sotemeniyê ji keştiyên şer re û bibe cihê sererastkirina wan keştiyan, ev yek Hindistanê pir aciz dike. Her wiha dikare bibe baregehe ji keştiyên bazirganiyê re ku dewlemendiyên mîneralê ji wîlayeta Balochistanê ya Pakistanê veguhêze.

Piştî ku Amerîkaya hevalbendiya xwe ya stratejîk û dîrokî anku Pakistanê di berjewendiya Çînê de winda kir, dixwaze bi rêya derxistina şerên bi wekîlan ji Kabulê de têkiliyên vê korîdora aborî qut bike. Dê di vê yekê de tevgera Talîban û Xarasan bi kar bîne da ku dergehên sînor ên di navbera Kabul û Îslam Abad de kontrol bike û piştre şer li xaka Pakistanê derxîne.

Her wiha Washington dixwaze bi rêya piştevaniya rêxistina çekdar a artêşa rizgarkirina Balochistanê ya terorîst bendera Cewadir ji hikumeta Îslam Abad qut bike. Ji ber car caran di navbara artêşa rizgarkirina Balochistanê û artêşa Pakistanê de ji bo serxwebûna Balochistanê ji Pakistanê şer çêdibin.

Ji agahî û analîzên navborî eşkere dibe ku Efganistan tenê armanceke taktîkî ye. Lê Pakistanê armanca stratejîk ya îstîxbarata Amerîkayê ye. Ji ber vê û sedemên dîtir Amerîka ji Efganistanê vekişî.

Pekîn û Moskovê ji salên 90’î ve hesabê vê yekê dikin, ji lew re rêxistina hevkarî ya Shanghai hat avakirin, da ku hevkariyê bi tevahî dewletên îslam ên li naverasta Asyayê re bikin ku li hember terora muhtemel bisekinin.

Li ser vê yekê heke Çînê bikaribe tevgera Talîbanê qels bike dê Amerîka herêma Rojhilata Navîn bi tevahî winda bike.

(fr)

ANHA