​​​​​​​Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê: Em rê nadin dijminan ku ewlehî û aramiya bajarê me têk bibin

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku ew xeta şehîdan a parastina erd û welat ji dagirkeriya Tirk û çeteyên wê dişopînin û rê nadin ku dijmin ewlehiya herêmê têk bibe.

​​​​​​​Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê: Em rê nadin dijminan ku ewlehî û aramiya bajarê me têk bibin
​​​​​​​Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê: Em rê nadin dijminan ku ewlehî û aramiya bajarê me têk bibin
​​​​​​​Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê: Em rê nadin dijminan ku ewlehî û aramiya bajarê me têk bibin
​​​​​​​Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê: Em rê nadin dijminan ku ewlehî û aramiya bajarê me têk bibin
​​​​​​​Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê: Em rê nadin dijminan ku ewlehî û aramiya bajarê me têk bibin
20 tebax, 2021   04:19
MINBIC-SELWA EBDUREHMAN

Artêşa Tirk û çeteyên wê rojane gundewarê bakur û rojavayê Minbicê bi çekên giran topbaran dikin, di encamê de ziyanên madî û canî çêdibin.

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê li eniyên şer parastina welatiyan ji êrişên çeteyên dagirkeran dikin. Şervanên li gundê Ereb Hesen ê 22 km dikeve bakurê rojavayê bajarê Minbicê diyar kirin ku ew ê rê nedin dagirkeran ku ewlehî û aramiya bajarên wan têk bibin.

HETA KÊLIYA DAWÎ EM Ê LI ENIYÊN PARASTINÊ LI BER XWE BIDIN

/kr/uploads/files/2021/08/19/194835_-.webp

Şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Hisên Ewnî diyar kir ku topbarana dagirkeriya Tirk di saetên derengiya şevê yan jî berbanga sibehê de dest pê dikin û got, armanca topbaranê tirsê bixe nav sivîlên li xetên şer dimînin.

Ewnî destnîşan kir ku dagirker bi çekên giran êriş dike û mal û milkên sivîlan dikin armanc.

Ewnî got: "Dewleta Tirk rojane bi çekên giran êrişî gundên tije sivîl dike, li hemberî vê yekê em şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê heta dawiya jiyana xwe li eniyên şer parastina sivîlan û destkeftiyên şehîdan bikin."

EM ŞOPDARÊN RÊYA ŞEHÎDAN IN

/kr/uploads/files/2021/08/19/194849_-.webp

Şervanê bi navê Mehmûd Hesen anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker rêzê ji hurmeta sivîlan li xetên pêş ên şer dijîn nagire, bi şev û bi roj wan bi topên hawinan dike armanc, ji ber vê yekê zirarên madî dighêjin milkên wan.

Mehmûd Hesen da zanîn ku ew ê heta dawiyê li eniyên pêş bin, rê nedin dagirkeran ku ewlehî û aramiya bajarê têk bibe.

Di dawiyê de şervan Mehmûd Hesen diyar kir ku ew şopdarên rêya şehîdan a parastina rûmeta welat in.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/oiFhL-e-FR4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>