Ciwanên Şoreşger banga xurtkirina têkoşînê li hemberî êrişên dagirkeriyê kir

Ciwanên şoreşger ên Qamişlo bi meşekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Zirganê şermezar kirin û banga xurtkirina têkoşînê li şêniyên herêmê kir.

Ciwanên Şoreşger banga xurtkirina têkoşînê li hemberî êrişên dagirkeriyê kir
Ciwanên Şoreşger banga xurtkirina têkoşînê li hemberî êrişên dagirkeriyê kir
Ciwanên Şoreşger banga xurtkirina têkoşînê li hemberî êrişên dagirkeriyê kir
Ciwanên Şoreşger banga xurtkirina têkoşînê li hemberî êrişên dagirkeriyê kir
Ciwanên Şoreşger banga xurtkirina têkoşînê li hemberî êrişên dagirkeriyê kir
19 tebax, 2021   19:51
QAMIŞLO

Hêrsa li hemberî êrişên dagirekriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê zêde dibin.

Bi pêşengeya ciwanên şoreşger, bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo di nav de dayikên şehîdan bi meşekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê şermezar kirin.

Meş ji çerxeriya Xelîc a li naverasta bajêr ve dest pê kir û li gel çerxeriya Hêzên Parastina Civakê (HPC) vegerî mîtîngê.

/ar/uploads/files/2021/08/19/185713_alidary-fy-hrkh-alshbybh-althwryh-alswryh-mylad-dly.webp

Li wir, endamê rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger Mîlad Delî wiha got: "Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî komployên nû yên ji hêla dijminên gelê azad ve pêk tên li ber xwe didin. Di wan komployan de hin aliyên Kurd jî hene. Êrişên niha li dijî Zirgan û beriya wê li dijî Serêkaniyê û Girê Spî pêk tên û pêk hatine destê van aliyan jî tê de heye."

Mîlad Delî wiha domand: "Em piştgiriya hêzên xwe dikin û ji dijmin re dibêjin ku bi hevgirtina şêniyên herêmê dê komployên wê têk biçin û hûn nagihînin armancên xwe."

Delî di dawiyê de bang li şêniyên Qamişlo kir ku asta berxwedana xwe li hember planên li dijî Kurd û tevahî pêkhateyên herêmê bilind bikin.

(fr)

ANHA