ꞌRevandina Cîhad Hesen dijbertiya Rêveberiya Xweser eꞌ

Endamên rêveber ên Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê revandina nûnerê Rêveberiya Xweser ê li Başûrê Kurdistanê ji aliyê PDK'ê ve şermezar kir û bi dijbertiya Rêveberiya Xweser bi nav kir. Rêveberan banga eşkerekirina rewşa wî ya tenduristiyê û serbestberdana wî kirin.

ꞌRevandina Cîhad Hesen dijbertiya Rêveberiya Xweser eꞌ
20 tebax, 2021   02:01
DÊRAZORÊ

10`ê Hezîranê, hêzên PDK`ê nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yê li Hewlêrê Cîhad Hesen û endamên têkiliyên PYD`ê Mistefa Xelîl Osman û Mistefa Ezîz Mistê ku ji bo pêşwazîkirina mêvanên xwe, berê xwe didan balafirgeha Hewlêrê, revandin.

/kr/uploads/files/2021/08/19/194605_-.webp

29`ê Tîrmeha derbasbûyî, her du endamên têkiliyan ên PYD`ê piştî 50 rojî ji revandina serbest hatin berdan. Lê Cîhad Hesen hîna revandî ye û rewşa wî ya tenduristî xirab e.

/kr/uploads/files/2021/08/19/194622_-.webp

Têkildarî mijarê, gerînendeyê Nivîsgeha Darayî ya Meclisa Herêma Rojhilat a Dêrazorê Zeyd Sabit revandina Cîhad Hesen şermezar kir û da zanîn ku kiryarê revandinê qanûn û pîvanên navneteweyî bin pê dike û bang li PDK`ê rewşa tenduristiyê ya nûnerê Rêveberiya Xweser eşkere bike.

Sabit destnîşan kir ku armanca ji revandina nûnerê Rêveberiya Xweser derxistina fitne û nakokiyên di navbera Kurdan de ye û wiha dewam kir: "Her wiha armanc ew e ku Kurd nebin yek û hêza wan were lawazkirin."

Sabi anî ziman ku PDK`ê berpirsa rewşa tenduristiyê ya Cîhand Hesen e.

Zeyd Sabit bi domdarî got:"Ev revandin ku bi destên PDK`ê pêk hat, plana Tirkiyê ya têkbirina projeya Rêveberiya Xweser û têkbirina tevgera azadiyê ye, ji lew re divê PDK`ê dev ji dijbertiya Rêveberiya Xweser berde."

Berpirsê Xizmetguzariyê ya Meclisa Herêma Rojhilat a Dêrazorê Xelîl Hindawî revandina nûnerê Rêveberiya Xweser ê li Başûrê Kurdistanê bi dijminatiya Rêveberiya Xweser bi nav kir.

Hindawî destnîşan kir ku revandin bi armanca pêkanîna planên dewleta Tirk a dagirker pêk hat ku ji êriş, biçavkirina siyasetmedaran û şerê li dijî gerîlayan pêk tê

Xelîl Hindawî ev li gotina xwe zêde kir: "Dewleta Tirk berê xwe dide PDK`ê ji ber ku nema dikare li hemberî berxwedana gel xwe bigire û bi rêya van lîstokan hewl dide fitneyan di navbera Kurd û pêkhateyên din ên li herêmê de derxe."

Xelîl Hindawî  di dawiyê de got: "Em endamên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê van kiryarên dijminane û revandina fermandar û siyasetmedarên ku nûnertiya me dikin û banga hevgirêdana gelê herêmê dikin, red dikin."

(eh)

ANHA