Parêzer Yusuf Çakas: Tecrîd êdî ji çarçoveya hiqûqî derketiye

Endamê Komîsyona Girtîgehan a OHD'ê parêzer Yusuf Çakas diyar kir ku tecrîda li girtîgeha Îmraliyê tê meşandin, êdî ji çarçoveya hiqûqî derketiye û got “Kesên li girtîgeha Îmraliyê girtî ne, ji mafê hêviyê bê par in."

Parêzer Yusuf Çakas: Tecrîd êdî ji çarçoveya hiqûqî derketiye
20 tebax, 2021   03:26
NAVENDA NÛÇEYAN – ZANA DENÎZ

Rêber Abdullah Ocalan ev 22 sal e li zindana Îmraliyê tê ragirtin. Ji bo ku biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya têkildarî rêber Abdullah Ocalan ji nû ve di ber çavan re derbas bike ji beşên cuda yên civakê daxuyanî û peyamên nû tên.

Endamê Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) parêzer Yusuf Çakas girtîbûna muebbet a rêber Abdullah Ocalan wek 'lûtkeya bêhiqûqiyê' pênase kir û wiha axivî:  "Ji ber ku rêber Abdullah Ocalan hê jî li girtîgeha Îmraliyê girtî ye, ev yek tê wê wateyê ku ji mafê hêviyê bê par hatiye hiştin (mafê hêviyê; dayîna derfeta berdanê ji girtiyan re ku cezayê muebbetê yan jî cezayê muebbetê yê giran lê hatiye birîn). Mafê girtî û hikumxwaran heye ku di çarçoveya mafê hêviyê de ji girtîgehê derkevin. Bi zextên siyasî û hiqûqî yên Konseya Ewropayê re divê biryarên DMME'yê li Tirkiyê pêk werin. Di warê navneteweyî de divê zext li Tirkiyê bê kirin. Ji bilî zextên klasîk, divê bicihanîna wan biryaran li ser bingeha hiqûqa demokratîk a azadîparêz bê kirin. Divê ev rewş neyê keysbazkirin."

‘DMME Û KONSEYA EWROPAYÊ BÊHIQÛQIYA LI ÎMRALIYÊ PAŞGUH DIKIN’

Yusuf Çakas diyar kir ku DMME û Konseya Ewropayê çavê xwe li bêhiqûqiya li Îmraliyê girtiye û got:  "Tecrîda heyî êdî pîvanên hiqûqî derbas kirine, ji aliyê siyasî ve tê domandin. Tevî bêdengiya Yekitiya Ewropayê (YE) tecrîda giran a di şexsê birêz Abdullah Ocalan de tû bêhiqûqiya heyî, tê meşandin."

Yusuf Çakas wiha pê de çû: "Nêrîna Yekitiya Ewropayê ya li pirsgirêka Kurd di tecrîdê de roleke mezin dilîze. Dewleta Tirk bi rehetî tev digere ku heke biryara DMME’yê bi cih neyne dê rastî cezayên giran neyê. Em pêvajoyên li dadgehên li pişt deriyên girtî dimeşin, bi rojevên cuda pêk tên. Ji ber ku Tirkiye bi Ewropayê re xwedî rojeveke cuda ye, pirsgirêka Kurd di van rojevan de tê paşguhkirin. Pirsgirêka Kurd ji her hêlê ve bi kar tînin. Dibêjin em dikarin di gelek mijarên din de bi we re li hev bikin lê belê hûn çavên xwe li polîtîkayên me yên tepisandin û ewlekariyê yên li ser pirsgirêka Kurd, bigirin."

‘DEWLETÊ PERGALA TECRÎDÊ GIHAND VÊ MERHELEYÊ’

Yusuf Çakas diyar kir ku pergala tecrîdê ya li Îmraliyê tê domandin, pergala hiqûqê ya heyî derbas kiriye û wiha axivî:  "Heke mehkûmek nikare bi malbata xwe re, bi telefonê, bi parêzerên xwe re biaxive, ev yek tecrîd e. Ev pergala tecrîdê ji aliyê dewletê ve hatiye guhertin. Di dema grevên birçîbûnê yên sala 2018'an de, demeke kurt piştî ku rayedaran got ew dikarin hevdîtinê bikin, hevdîtin çêbûn. Em dibînin ku hevdîtinên bi birêz Ocalan re di nava pergala dewletê de çavdêrî lê tê kirin û ne di nava pergaleke hiqûqê de ye."

Yusuf Çakas diyar kir ku li hemberî tecrîda li ser rêber Ocalan li herêmê gelek bertek hene û wiha got: "Dema ku tecrîd ji holê were rakirin, dema hevdîtin bên kirin, dê li Tirkiyê ji her alî ve rehetî çêbe. Di vê qonaxê de dewleta Tirk hewl dide bêhiqûqiya xwe li her cihî binixumîne. Qedexe ye ku mirov bibêje îro li Behra Reş çend kes ji ber lehiyê mirine. Ev jî di civakê de formeke din a tecrîdê ye. Ev yek bi temamî tesfiyekirina têkoşîna azadî û demokrasiyê ye."

Parêzer Yusuf Çakas got: "DMME, CPT û Konseya Ewropayê qanûnên xwe yên navxweyî binpê dikin. Rêgezên Girtîgehan ên Ewropayê hene ku Tirkiye jî aliyekî wê ye. Dewleta Tirk li gorî van rêgezan tev nagere. Gelek rapor hatin ku dewleta Tirk li gorî van rêgezab tev negeriyaye. Lê belê tu destwerdan çênebûn."

‘LI ÎMRALIYÊ PERGALEKE TAYBET HEYE’

Yusuf Çakas da xuyakirin ku divê şert û mercên rêber Abdullah Ocalan bên sererastkirin û wiha dewam kir:  "Em vê yekê pir zelal dibînin; rewşa tenduristiya birêz Ocalan di xetereyê de ye. Ji kêliya destpêkê ve li Îmraliyê bi tena serê xwe li hemberî van mercên giran ên tecrîdê li ber xwe dide. Li dijî van şertên tecrîda girankirî dikare li ber xwe bide û hê jî dikare tiştekî bibêje, hê jî aktorê sereke yê çareserkirina vê meseleyê ye, fikrên wî hene, navnîşana çareseriyê ew e. Dewlet bi xwe jî dizane ku aktorê sereke birêz Ocalan e, ji ber vê yekê van muzakereyan asteng dike. Bi vê pergala tecrîdê re tê xwestin ku ji nava civakê bi temamî were tecrîdkirin."

‘HETA KU TECRÎD Û ŞERT Û MERCÊN XIRAB JI HOLÊ RABIN, DÊ GREV DEWAM BIKE’

Parêzer Yusuf Çakas greva birçîbûnê ya ku ji aliyê girtiyên li zindanên Tirkiye ve tê meşandin, bi bîr xist û got: "Girtiyên di greva birçîbûnê ya dorveger de, bi biryar in ku heta tecrîd û şert û mercên nebaş ên li girtîgehan ji holê rabin, greva birçîbûnê bidomînin. Berê jî gelek caran ev anîn ziman. Rêveberiya girtîgehê li dijî her girtiyekî ku dest bi greva birçîbûnê dike, cezayên îdarî dibire. Gelek girtî ji ber ku li girtîgeha Rihayê 15 roj e di greva birçîbûnê de ne, sirgûnî girtîgehên cuda kirin. Dema em wan tînin cem hev, em dibînin ku girtîgeh qadên binpêkirina mafan in."

Çakas bal kişand ser pêwîstiya bertekên xurttir ji bo grevên birçîbûnê û got:  "Êdî li Tirkiyê çarçoveya hiqûqî ya tecrîdê nemaye. Divê demildest dawî li tecrîdê bê. Ji girtîbûna girtiyên nexweş Mehmet Emîn Ozkan û Ergîn Aktaş kî sûdê werdigire? Em her tim vê dibêjin. Li girtîgehan bi sedan girtiyên nexweş hene. Di girtîgehan de hiştina wan, ne hiqûqî ye. Tevî raporên girtiyên nexweş jî nayên tehliyekirin û wek amûreke gefxwarinê tên bikaranîn. Pêwîst e ev rewş ji holê bê rakirin."

Yusuf Çakas diyar kir ku civakê çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê hembêz kiriye û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Di demekê de ku tevahiya têkoşîna civakî bi zext û êrişan re rû bi rû ye, malbatên girtiyan û yên berxwedanê hembêz dikin, di hemû şert û mercan de dengê xwe bilind dikin. Gelê me li dijî pergala tecrîdê ku hewl dide di şexsê birêz Abdullah Ocalan de bandorê li tevahiya civakê bike, tê dikoşe. Bê guman tecrîd rojeva herî bingehîn a gel e. Çalakiyên li dijî vê yekê û têkoşîna mafan dê dewam bikin."

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/pbW3Tpa9f20" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>