ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-06-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-06-2021
19 tebax, 2021   23:00

-Endamê Komîsyona Girtîgehan a OHD'ê parêzer Yusuf Çakas diyar kir ku tecrîda li girtîgeha Îmraliyê tê meşandin, êdî ji çarçoveya hiqûqî derketiye û got “Kesên li girtîgeha Îmraliyê girtî ne, ji mafê hêviyê bê par in." (BI WÊNE Û DÎMENE).

- Endamên rêveber ên Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê revandina nûnerê Rêveberiya Xweser ê li Başûrê Kurdistanê ji aliyê PDK'ê ve şermezar kir û bi dijbertiya Rêveberiya Xweser bi nav kir. Rêveberan banga eşkerekirina rewşa wî ya tenduristiyê û serbestberdana wî kirin. (BI WÊNE Û DÎMENE).

- Hiqûqnas Cibraîl Mistefa bang li koçberên Efrînê kir ku bi îdiayên derew ên ENKS'ê neyên xapandin û got:"ENKS`ê li ser hesabê xwîna gelê Efrînê bazaran dike." (BI WÊNE Û DÎMENE).

- Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku ew xeta şehîdan a parastina erd û welat ji dagirkeriya Tirk û çeteyên wê dişopînin û rê nadin ku dijmin ewlehiya herêmê têk bibe. (BI WÊNE Û DÎMENE).

-Hevserokê Rêxistinên Civaka Sivîla a Tebqayê bang li şêniyên Sûriyê kir ku neçin Tirkiyê da ku nebin qurbanên berjewendiyên dewleta Tirk. (BI WÊNE Û DÎMENE).

POLÎTÎKA

- Lêkolînerê tevgerên îslamî Ehmed Ban got, Amerîka bi vekişîna xwe xeteriyek mezin li ser sînorên Rûsya û Çînê çêkir û divê Ereb sîsetmên xwe yên ewlehiyê yên xweser xurt bikin. (BI WÊNE Û DÎMENE).

KURDISTAN

- Endama Meclisa Giştî ya PYD’ê Bedran Hemo got, êrişa PDK’ê ya li dijî gerîlayan li ser neteweya Kurd xeteriyek e û bang li PDK’ê kir ku bi lez çarenûsa gerîlayên revandî eşkere bike. (BI WÊNE Û DÎMENE).

ANALÎZ

- Weke ku tê zanîn, em di pêvajoyeke pir girîng û hesas re derbas dibin. Beriya her tiştî pêwîste em wekî civaka Kurd, pêvajoya heyî baş analîz bikin, bi heman awayî derxin zanebûnê. Ji ber ku qeyran û kaosa di asta gerdûnî de heye destnîşan dike ku modernîteya kapîtalîst ya mîna levîathanekî li ser rûyê erdê bawer dike û dixwaze bi asîmîlasiyonê civaka me ji xwezaya wê dûr bixe. Lewma hewl tê dayîn ku her kî/ê ji Kurdatiyê bawer dike, deriyên xwe ji azadiyê û demokratiyê re vekiriye, ji holê rabikin. (BI WÊNE).

JIN

- Endamên Kongreya Star a Herêma Firatê bang li PDK’ê kir ku nûnerên RJAK’ê serbest berde, her wiha da zanîn ku zihniyeta PDK’ê li hember jinan heman zihniyeta dewleta Tirk e. (BI WÊNE Û DÎMENE).

CIVAK Û JIYAN

- Piştî dewleta Tirk a dagirker rêjeya ava Firatê kêm kir, ava çem qirêj bû û bû sedem ku jehrebî çêbibe ev jî asta kareseta mirovî ya ku dewleta  Tirk li dijî  gelê herêmê pêk anî, nîşan dide. (BI WÊNE Û DÎMENE).

ANHA