Cibraîl Mistefa bang li koçberên Efrîn kir: Ji îdiayên ENKS'ê hişyar bin

Hiqûqnas Cibraîl Mistefa bang li koçberên Efrînê kir ku bi îdiayên derew ên ENKS'ê neyên xapandin û got:"ENKS`ê li ser hesabê xwîna gelê Efrînê bazaran dike."

Cibraîl Mistefa bang li koçberên Efrîn kir: Ji îdiayên ENKS'ê hişyar bin
19 tebax, 2021   23:38
ŞEHBA-FÎRAS ÎBRAHÎM

Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bi hevkariya dewleta Tirk a dagirker koçberan teşwîq dike ku vegerin Efrîn û Serêkaniyê yên dagikirî.

Beriya demekê hin dîmenên vegera koçberên Efrînê li warên xwe yên dagirkirî hatin weşandin, lê veger bi awayekî ferdî û bêyî garantiya navneteweyî bû.

Li gorî hin rêxistinên hiqûqî û çavkaniyên taybet ji hundirê Efrîna dagirkirî, îstîxbarata Tirk û çeteyên wê bi dehan koçber, di nav de jin ên ku ji aliyê ENKS'ê ve hatin xapandin, revandin.

Têkildarî mijarê hiqûqnas Cibraîl Mistefa navên hin endamên ENKS`ê yên bi dewleta dagirker a Tirk re hevkar in û siyaseta ku pêk tînin, eşkere kirin.

Mistefa diyar kir ku siyaseta şerê taybet ku dewleta Tirk a dagirker niha li dijî gel pêk tîne, piştî êrişên li dijî bajarê Efrîna dagirkirî da meşandin, ev jî bi rêya valakirina gund û bajaran ji niştecihên wê û piştre dagirkirinê kantonê pêk anî.

Mistefa diyar kir ku ev kiryar bi rêya medya sanal û hin sîxurên wê, ji wan endamên ENKS`ê pêk hat, armanc ji van kiryaran tirsê bixin nava sivîlan û wan neçar bikin ku malên xwe terik bikin.

Hiqûqnas ev li gotina xwe zêde kir: "Piştî zêdetirî 3 sal di ser dagirkirinê re derbas bûn, gelek ji rêxistinên navneteweyî raporên têkildarî sûc û kiryarên ku Tirkiye û komên çeteyan yên li dijî niştecihên resen pêk anîn weşandin. Ji wan Komîteya Lêpirsîna Navneteweyî ya Serbixwe ya taybet bi Sûriyê. Di raporan de hate piştrastkirin ku sûcên Tirkiye pêk anîne sûcên şer û sûcên qirkirina komî yên li dijî mirovahiyê ne."

Mistefa îşaret pê kir ku hin sixûrên li ser fikirê xiyanetê yê ENSK`ê dimeşin hewl didin wan sûcan li pêşberî civata navneteweyî rewa bikin, ji lew re beriya du salan  weqfa Kurdên Serbixwe ava kir, lê belê di wê qonaxê de bi bin ketin, piştre komîteya lêpirsîna kiryaran ava kir.

Cibraîl Mistefa ev li gotina xwe zêde kir: "Hin kes hene ku em her tim bi wan re di nava peywendiyan de ne, wan da zanîn ku komîteya lêpirsîna kiryaran li şûna ku rê li pêşiya çeteyan bigire ku mal û milkên sivîlên Efrînê nedizin, wan desteser kirin."

ꞌDEWLETA TIRK 25 HEZAR DOLAR JI BO ÇAPEMENIYA ENKS`Ê VEQETANDꞌ

Hiqûqnas bi domdarî got: "Berpirsê dosya sûrî yê di Wezareta Karên Derve ya dagirkeriya Tirk de bi rêveberên ENKS`ê re di 21`ê Hezîrana derbasbûyî li bajarê Stenbolê ya Tirkiyê li hev kir, ji wan Ebdulbast Hemo û Îbrahîm Biro ku koçberên Efrînê û Serêkaniyê teşwîqî vegera li warên xwe bike, her wiha ji aliyê dagirkeriya Tirk ve 25 hezar dolar ji qada çapemeniyê ya ENKS`ê re hate veqetandin da ku rastiyan berovajî bikin."

Mistefa da zanîn ku ENKS`ê û dagirkeriya Tirk bi zanebûn dixwazin koçberan vegerînin warên wan, lê bi şeklekî ferdî û bêyî garantiyên navneteweyî û ev pirs kir: "Çima em nivîsgehên ENKS`ê li Efrînê nabînin û me nebihîsitiye ku endamekî ENKS`ê tevî malbata xwe vegeriya Efrîna dagirkirî?"

Mistefa anî ziman ku ENKS'ê berpirsa hemû sûcên ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê  yên li dijî niştecihên resen ên Efrînê ye û wiha domand: "Rêxistinên navneteweyî ji me re got hin kesayetên li wir hene, lê nexwest navên wan eşkere bikin, derewan dikin û sûcên dagirkeriya Tirk li dijî şêniyên Efrînê yên resen rewa dikin."

Mistefa navê ajanekî ENKS`ê yê li navçeya Şiyê eşkere kir ku bûbû sedema revandin û qetilkirina gelek şêniyan li navçeya Şiyê û wiha domand: "Navê wî Şêx Emîn e û hevkariya wî bi çeteyên bi navê Sultan Silêman Şah re ku bi navê Emşat tê naskirin, heye. Ev kes şêniyan teşwîq dike ku vegerin malên xwe."

Hiqûqnas Mistefa ev tişt got: "Çete li kesên ku vegeriyan Efrînê miqdareke mezin a pere ku dighêje bi hezaran dolarî ferz kir, piştre jî ji aliyê  îstixbarata Tirk ve têne revandin, ji ber vê yekê tevî sûcên ku pêk hatin, nexasim ên li dijî jinan ENKS`ê li ser hesabê xwîna gelê Efrînê bazaran dike."

ꞌHIKUMETA SÛRIYÊ ROLA XWE YA PARASTINA GELÊ SÛRIYÊ PÊK NAYNEꞌ

Mistefa diyar kir ku komployeke navneteweyî ya hevbeş di navbera Rûsya, Tirkiye û hikumeta Şamê de heye da ku koçberên Efrînê yên li kampên Şehbayê û malên kavilkirî de dimînin, vala bike.

Hiqûqnas Cibraîl Mistefa destnîşan kir ku li gel sûcên dagirekriya Tirk ên li Efrînê hikumeta Şamê ambargoyeke giran li ser kantona Şehbayê ferz kir, nahêle madeyên sereke derbasî herêmê bibe û got, armanca wan ji vê ambargoyê koçberên Efrînê tengav bikin, di encamê de bi dehan şêniyan jiyana ji xwe dest da.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/fDudhrc4LNM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>