Balafirên Rûsyayê careke din nuqteyên çeteyan li Idlibê bombebaran kirin

Balafirên şer ên Rûsyayê îro li dijî nuqteyên çeteyan ên li herêma Eyn Şêb a gundewarê Idlibê 6 êriş pêk anîn. Der barê kuştî û birîndaran de agahî nehatin bidestxistin. 

Balafirên Rûsyayê careke din nuqteyên çeteyan li Idlibê bombebaran kirin
20 tebax, 2021   12:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Li girî Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), balafirên şer ên Rûsyayê îro jî nuqteyên çeteyan ên li herêma Eyn Şêb a gundewarê Idlibê bomebaran kirin. 

Duh balafireke Rûsyayê baregeheke çeteyên dewleta Tirk a dagirker a li derdorê gundê Eyn Şêb a Idlibê ku tê texmînkirin a çeteyên Tehrîr Şam e, bomebaran kiribû.

 (şx)