QSD: Li gundewarê Reqayê 34 çete hatin girtin

QSD'ê li gundewarê rojhilatê Reqayê operasyoneke lêgerîn û paqijkirinê li dar xist, di encamê de 34 çeteyên DAIŞ û hevkarên wê hatin girtin.

QSD: Li gundewarê Reqayê 34 çete hatin girtin
19 tebax, 2021   16:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî operasyona paqijkirinê ya li gundewarê rojavayê Reqayê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"Di çarçoveya çalakiyên têkoşîna li dijî terorê û çeteyên terorîst ên girêdayî rêxistina DAIŞ'ê de, Hêzên Sûriya Demorkatîk bi piştgiriya Yekîneyên Parastina Jin sibeha çarşemê operasyoneke berfireh a lêgerîn û serdegirtinê li gundewearê rojavayê bajarê Reqayê pêk anîn û şaneyên DAIŞ û hevkarên wê kirin hedef.

Operasyon li ser agahiyên îstîxbatarî yên zelal ên têkildarî ketina endamên terorîst kampên bêserûber ên Reqayê hate ragihandin û piştî ku hin niştecihên li kampê xebatên wan hêsan dikir û desteka lojîstîk pêşkêşî wan dikir.

Hêzên me li kampên li aliyên rêya ber bi bajarê Reqayê ve operasyoneke lêgerîn û paqijkirinê pêk anîn, di encam de şaneyeke terorîst ji 4 kesan zeft kir, her wiha 30 hevkarên wê girtin ku desteka lojîstîk û cih didan endamên şaneyê û miqdarke çek, cebilxane û cilên leşkerî yên li gel şaneya terorîst desteser kirin.

Hêzên me teqez dikin dê operasyonên li dijî şaneyên terorîst li bajarê Reqa û gundewarên wê berdewam bikin û navendên terorîst, bi taybet ên ku hewl didin rewşa mirovî ya koçberên li kampê bi kar bînin û fikirê terorê lê belav bikin tune bikin."

ANHA