Meclisa Leşkerî ya Minbicê: Ji şevê din ve 115 top hatin avêtin

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku dagirkeran ji şeva berê heta vê sibehê nêzî 115 top avêtin gundewarên Minbicê û got, hêzên wan bersiva êrişan dan û 2 çete hatin kuştin.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê: Ji şevê din ve 115 top hatin avêtin
19 tebax, 2021   19:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê bîlançoya şer ê topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ji şeva din û heta vê sibehê eşkere kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Artêşa Tirk a dagirker şeva berê saet 22:15’an gundê Um Edesê bi çekên giran û navîn topbaran kir.

Saet di 12:28’an piştî nîvê şeva berê de gundên Kawkilî, Yalinlî û Hemra yên li gundên bakurê rojavayê Minbicê topbaran kirin.

Vê sibehê saet 10:00’an gundên Hoşeriyê, Cat û Toxara Biçûk armanc kirin.

Ji şeva berê heta vê sibehê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê 115 topên hawnan avêtine, topek li çadira şivanekî ket lê ne teqiya, topeke din li nava pez ket û di encamê 9 mîh telif bûn.

Dagirker ji baregehên artêşa Tirk a dagirker ên li gundên Şêx Nasir, Şiweyha û Toxara Mizin êriş dikin.

Di saetên sibehê de hêzên meclisê hewldana komeke çeteyên Tirkiyê ya derbasbûna li gundê Catê têk bir, di encamê de şerê dijwar di navbera hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbic û çeteyên Diri El-Firat de derket. Şer saet ji 05:30 heta bi 06:00’an sibehê dom kir. Di encamê de hêzên meclisê hewldana wan a êriş û derbasbûnê têk bir û 2 çete kuştin."

(fr)

ANHA