Êrişên li ser Şengalê li Til Rifetê hatin şermezarkirin

Li Til Rifetê bi hezaran kes li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengalê meşiyan.

Êrişên li ser Şengalê li Til Rifetê hatin şermezarkirin
Êrişên li ser Şengalê li Til Rifetê hatin şermezarkirin
Êrişên li ser Şengalê li Til Rifetê hatin şermezarkirin
Êrişên li ser Şengalê li Til Rifetê hatin şermezarkirin
19 tebax, 2021   17:19
ŞEHBA

Yekitiya Êzidiyan a Efrîn û Meclisa Navçeya Til Rifetê ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk li dijî Şengalê û hedefgirtina nexweşxaneya gundê Sekêniyê ya Şengalê meşek li Til Rifetê li dar xist.

Bi hezaran êzidiyên Efrînê û tevahî pêkhateyên li navçeya Til Rifetê tev li meşê bûn. Meş ji çerxeriya Til Rifetê dest pê kir û li tevahî kolana sereke tevî diruşmên silavkirina berxwedanên Şengal û Efrînê gerî û ber bi Çerxeriya Şehîdan navçeyê ve çû.

Li Çerxeriya Şehîdan meş vegerî mîtîngê û deqeyeke rêz hat girtin, dûvre Meclisa Navçeya Til Rifetê û Yekitiya Êzidiyan a Efrînê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Em Meclisa Efrîn û Şehba yên li Til Rifetê êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Şengalê, hedefgirtina fermandar û şêniyên wê şermezar dikin.

Her wiha em bêdengiya hikumetên Bexda û Hewlêrê, NY’yê û tevahî rêxistinên hiqûqî ya têkildarî sûcên dagirkeriyê yên li dijî kurdên êzidî şermezar dikin.

Piştî rizgarkirina Şengalê ji qirêjiya DAIŞ’ê bi destê leheng û hêzên me yên leşkerî; HPG’ê, YBŞ, YPG û YPJ’ê êrişên dagirkeriya Tirk li dijî Şengalê zêde bûn, armanca van êrişan koçber venegerin Şengalê pîroz.

Ji sûcên dagirkeriya Tirk; di 2018’an de yek ji fermandarên Şengalê Mam Zekî Şengalê hedef girt, îro jî di heman dîrokê de bi rêya balafirên şer yek ji fermandarên Şengalê Seîd Hesen hedef girt. Li gel wê jî tevî qanûnên navneteweyî hene ku bombebarana li dijî nexweşxaneyan qedexe ye, lê dagirkeriya Tirk nexweşxaneya Sekêniyê bombebaran kir, di encamê de gelek sivîl û karkerên tenduristiyê şehîd xistin û gelek sivîl birîndar bûn. Ev yek îsbat dike ku Erdogan û partiya wî di metoda DAIŞ’ê de ku sûcên li dijî gelê Kurd berdewam bikin, bi israr in.

Rêberê neweteweyî Abdullah Ocalan di 2007’an de em hişyar kirin ku li dijî Şengalê xeteriyek heye, divê parastina wê were kirin, hêzên wê werin avakirin. Em gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştevaniya şêniyên xwe yên Şengalê dikin, her wiha hewl didin yekitiya Kurd hem gel hem jî partî çêbikin."

Mîtîng bi diruşmên silavkirina berxwedanên Efrîn û Şengalê bi dawî bû.

(fr)

ANHA