Çeteyan li Mabatayê jinek revand

Çavkaniyan ji Efrîna dagirkirî ragihand ku çeteyên Cebha Şamiyê ya girêdayî dagirkeriya Tirk jineke ciwan ji gundê Birîmce yê navçeya Mabata revand.

Çeteyan li Mabatayê jinek revand
19 tebax, 2021   10:15
ŞEHBA

Çavkaniyan diyar kir ku keça bi navê Dilyar Mihemed Osman (20) ji gundê Birîmce yê navçeya Mabata ji aliyê çeteyên  Cebha Şamiyê ve hatiye revandin.

Li gorî çavkaniyan; Dilyar duh hate revandin û çeteyên ber bi cihekî nediyar ve biriye.

Her wiha çeteyên dewleta Tirk di çend rojên borî de bi dehan jinên ji Efrînê revandin.

Di 13'ê vê mehê de û di encama zextên dewleta Tirk û çeteyên wê de, jina ciwan a bi navê Eyşe Mihemed Xalid xwe kuştibû.

(dm)