YPG: Tu têkiliya hêzên me bi topbarana li ser Efrînê tune ye

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand ku tu têkiliya hêzên wan bi topbarana ku duh li ser bajarê Efrînê pêk hatiye, tune ye.

YPG: Tu têkiliya hêzên me bi topbarana li ser Efrînê tune ye
19 tebax, 2021   10:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh navenda bajarê Efrînê bi moşekan hatibû topbarankirin. Dewleta Tirk a dagirker YPG bi topbarana li ser bajar, tawanbar kir.

Têkildarî mijarê Navenda Ragihandinê ya YPG`ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û têkiliya hêzên xwe bi topbaranê re, red kir.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Tu têkiliya me bi bûyera ku duh li Efrînê çêbû, nîn e. Ruxmî ku me gelek caran da xuyakirin ku li herêma navborî tu hêzên me nîn in jî, dewleta Tirk her tim hewl dide bûyerên li vê herêmê diqewimin, biavêje ser me. Nûçe û îdiayên bi vî awayî dûrî rastiyê ne."

(bx)