`Siyaseta tecrîda girankirî îsrara me ya berxwedanê zêdetir dike`

Dayîkên şehîdan tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û destnîşan kir ku siyaseta dewleta Tirk a girankirina tecrîdê îsrara wan a berxwedanê xurtir dike û xwedîderketina li şoreşa azadiyê zêdetir dike.

`Siyaseta tecrîda girankirî îsrara me ya berxwedanê zêdetir dike`
19 tebax, 2021   03:13
HELEB-HENEN MIHEMED

Zêdetirî 22 sal e ku dewleta Tirk a dagirker tecrîdeke girankirî li rêber Abdullah Ocalan ferz dike û hevdîtinên wî bi malbatê û parêzeran re qedexe dike. Ev yek ji aliyê gel ve dibe cihê şermezarkirinê.

Der barê mijarê de dayîkên şehîdan ên li taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ji ajansa me re axivîn.

Dayîka şehîd Rêzan Mezlûm, Emîne Berakat destnîşan kir ku dewleta Tirk ji tecrîdê armanc dike ku gel ji fikrê rêber Abdullah Ocalan dûr bike û diyar kir ku gelê azadîxwaz wê derfetê nede dewleta Tirk ku bandorê li vîna wê bike, berovajî wê wê israra wan a berxwedanê zêdetir bibe.

Emîne axaftineke rêber Abdullah Ocalan di civînekê de ku tê de beşdar bûbû bi bîr xist û got: “Rêbertî ji me re piştrast kir ku divê hemû gelên bindest rizgar bibin û tu cudahî di navbera Kurd û Ereban de tune ye.”

Her wiha destnîşan kir ku ew amade ye ku hemû ciwanên xwe di oxira azadkirina rêber Abdullah Ocalan de feda bike. Emîne bang li rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî kir ku tecrîdê bi dawî bikin û sûcên li dijî Rêbertî tên kirin rawestînin.

`DEWLETA TIRK JI BELAVBÛNA FIKRÊ RÊBER ABDULLAH OCALAN DIRTSE `

Dayîka şehîd Hemûdê, Fîdan Hisên daxuyand ku dewleta Tirk bi fikar e ku fikrên rêber Abdullah Ocalan di nava gelên cîhanê de belav bibe û wiha pê de çû: “Ev fikir, li ser dewletên kapîtalîst û yên desthilatdar xeter e. Ne li gorî hegemonya wan e, ji ber wê bi zanabûn tecrîdê li ser wî ferz dikin.”

Fîdan piştrast kir ku dewleta Tirk di şexsê rêber Abdullah Ocalan de hemû gelên aştîxwaz tecrîd dike, lê ruxmî wê vîna wan nayê şikandin, berovajî wê îsrara wan a têkoşînê xurtir dike û xwedîderketina wan a li şoreşa azadiyê zêdetir dike.

Fîdan bang li Partiya Demokart a Kurdistanê (PDK) kir ku li hemberî timayên dewleta Tirk a dijberî gelê Kurd li rex gelê xwe bisekine û got: “Dewleta Tirk piştî ku bigihêje armancên xwe wê helbet xiyanetê li PDK`ê bike.”

`ARMANCA RÊBERTÎ PÊKANÎNA AŞITÎ Û AZADIYA GELÊ XWE YE`

Dayîka şehîd Akif, Fatme Xilo jî got ew di sala 1990`î de li Helebê tev li civîneke ku rêber Abdullah Ocalan li dar xistiye, bûye û diyar kir ku di wê civînê de rêber Abdullah Ocalan giranî daye pêkanîna yekitiyê li dijî dewletên desthilatdar.

Fatme bal kişand ser hewldanên rêber Abdullah Ocalan ên ji bo pêkanîna aşitî û azadiyê û got: “Komplogeran ji komployê armanc kir ku Tevgera Azadiyê ku hewl dide mirov ji hegemonya pergalên kapîtalîst rizgar bike, tune bikin."

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/xC9knvGrPQc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>