Dagirkeriya Tirk gundên Dêr Cemal û Ziyaretê topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Dêr Cemalê yê kantona Şehbayê û Ziyaretê yê Şêrawayê bi mûşekan topbaran dikin.

Dagirkeriya Tirk gundên Dêr Cemal û Ziyaretê topbaran dike
18 tebax, 2021   20:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Di van kêliyan de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Dêr Cemal ê kantona Şehbayê û gundê Ziyaretê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê topbaran dikin. Heta niha nêzî 100 meşkan li her du gundan û derdora wan ketine.

 Topbaran berdewam e û tu agahiyên li ser ziyanan bi dest neketine.

(fr)

ANHA