`Fikrên rêber Ocalan ji bo aloziyên Rojhilata Navîn çareseriyên bingehîn in`

Ferzende Munzur got, bi saya fikir û felsefeya rêber Ocalan nimûneya çareserkirina pirsgirêkên li Rojhilata Navîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê, hemû pêhateyên herêmê xwe di bin sîwana Rêveberiya Xweser de bi rêxistin diki û diparêzin.

`Fikrên rêber Ocalan ji bo aloziyên Rojhilata Navîn çareseriyên bingehîn in`
19 tebax, 2021   02:07
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Endamê Komîteya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Ferzenda Munzur di hevdîtineke taybet li gel ajansa me de got: Ev 22 sal in ku tecrîdeke girankirî li ser rêber Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin ku mîna wê qet pêk nehatiye. Ji aliyê derûnî ve îşkence lê tê kirin û hevdîtinên malbatê û parêzeran li ser tên qedexekirin. Her wiha destnîşan kir ku ew berxwedana dîrokî ya rêber Abdullah Ocalan û berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê yên di girtîgehên dewleta Tirk ya faşîst de, silav dikin.

Munzur îşaret bi pirsgirêk û krîzên ku Rojhilata Navîn tê re derbas dibe, kir û got rêber Abdullah Ocalan ku kilîtên çareseriya aloziya Rojhilata Navîn li cem wî ye gelek caran banga çareseriyê kir, lê ew bangewazî hatin paşguhkirin û wiha pê de çû: "Rojhilata Navîn di cîhanê de xwedî erdnîgariyeke stratîjîk e. Di dirêjahiya dîrokê de xwedî roleke girîng e. Ew çavkaniya şaristaniyên seretayî û olan e. Lê di heman demê de erd û herêma ku tê de kirîzên herî mezin û kûr hene ye. Bê çareserkirina aloziya Rojhilata Navîn ne pêkan e ku ewlehî li cîhanê pêk were."

Ferzende Munzur bal kişand ser pirsgirêk û astengiyên herî mezin ên li Rojhilata Navîn û pêşniyarên rêber Abdullah Ocalan ên li gorî şert û mercên heyî guncav û wiha got: "Rêbertî ji bo her pirsgirêkeke li herêmê çareseriyeke guncew jê re pêşkêş dike. Çarseriya herî berbiçav ku rêbertî di her 5 parêznameyên xwe de pêşkêş kiriye, fikrê biratiya gelan û neteweya demokeratîk e. Ev çareserî ji bo pirsgirêka dijminatiya di navbera pêkhate û gelan de ye. Rêber Ocalan ji bo rêgirtina li pêşiya fikrê kapîtalîzmê, felsefeya konfederalîzma demokratîk û rêveberiya xweser ji gelan re pêşniyar kir. Li hemberî pirsgirêka neheqiya li dijî jinan, çareseriya herî guncew da, ew jî wekheviya di navbera jin û mêr de ku îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pê tê ye. Her wiha têkildarî aloziya pîşesaziyê ku zirarê dide xwezayê jî destnîşan kir ku pîşesaziya ekolojîk (pîşesaziya xwezayî) yekane rêya çareseriyê ye.”

Munzur wiha domand:"Ji ber vê yekê em ji van hemû çareserî û pêşniyaran fêm dikin ku yekane rêya çareserkirina pirsgirêk û aloziyên herêmê fikir û felsefeya Rêber Ocalan e. Ji ber ku ev fikir Rojhilata Navîn vedigerîne cewhera wê. Fikrê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku fikrê rêber Abdullah Ocalan ji xwe esas digire, ji bo herêmê çareseriya herî guncav e."

Rêber Abdullah Ocalan di parêznameya xwe ya pêncemîn (Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk) de dibêje: "Rêya exlaqî û siyasî ya herî rast a ji bo derketina ji aloziya sermayeya darayî ya cîhanî, ew e ku bi lez modernîteya demokratîk were avakirin.  Ev çareserî li şûna avakirina netew-dewletê ye. Her wiha li şûna yekitiyên herêmî û cîhanî bi taybet Desteya Neteweyên Yekbûyî yê."

Dewletên mezin û yên kapîtalîst sala 1999`an bi armanca rêgirtina li pêşiya fikrê rêber Abdullah Ocalan komployek pêk anî. Di encamê de rêber Abdullah Ocalan dîl hat girtin. Der barê vê yekê de Munzur got: “Armanca her dewletekê cuda ye. Lê armanca sereke tesfiyekirina şoreşa Kurdistanê û bidawîkirina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di şexsê rêber Abdullah Ocalan de ye. Her wiha dixwazin bi hêsanî siyasetên xwe yên kapîtalîst li Rojhilata Navîn pêk bînin û şerekî di navbera Kurdan û Tirkan derxînin. Lê ev armanc heta 22 salan jî pêk nehatin.”

Munzur wiha berdewam kir: Rêber Abdullah Ocalan bi vîna xwe ya xurt li dijî planên van dewletan têkoşiya, di girtîgeha Îmraliyê de bi fikrê xwe û çareseriyên ku ji bo gelan bi giştî dîtine, bersiva komploya navdewletî da û karîbû bi wî fikrê xwe ya demokratîk bersivê bide şaristaniya kapîtalîst û sîstema nerewa ku dewletên desthildar dimeşînin."

Munzur destnîşan kir ku gelek partiyan îdîa kir ku Îmralî wê bibe biryargeheke berxwedanê ya kilasîk û wê armancên komployê pêk werin û got: “Lê Îmralî veguheriye navenda çareserkirina pirsgirêkên mirovî û peyamên demokratîk û aştî û birayên gelan. Dewleta Tirk bi girankirina tecrîdê xwest ku îradeya rêber abdullah Ocalan bişikîne hewl da şoreşê û Tevgera Azadiya Kurdistanê tesfiye bike. Piştî ku hewldanên dewleta Tirk bi bin ketin, vê carê serî li girankirina tecrîda li ser rêber Ocalan da û dest bi pêkanîna şêwazên herî xerab ên îşkenceyê kir."

Ferzende Munzur axaftina xwe di vê der barê de wiha domand: “Dema rêber Ocalan hat girtin, CPT îdia kir ku ew ê rewşa rêbertî ji nêz ve dişopîne, lê belê ev qet pêk nehat. Dewleta Tirk a faşîst fikrê rêber Abdullah Ocalan ê çareserkirina aloziya Rojhilata Navîn qebûl nake. AKP û MHP`ê ji bo bêdengkirina demokrasî, azadî û aştiyê li Tirkiyê, bûn yek.”

Munzur daxuyand ku dewleta Tirk bi awayekî rasterast hevdîtinên rêber Abdullah Ocalan bi malbat û parêzeran re qedexe dike û got: “Rêber Ocalan rêberekî şoreşger û ronakbîr e. Li gorî bendên qanûnên parastina mafên mirovan, mafê wî heye ku dem demê hevdîtinê bi parêzeran re pêk bîne. Lê belê ev yek ji aliyê dewletên faşîst ve tê qedexekirin. "

Her wiha piştrast kir ku divê hemû beşên civakê xwedî li fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan derkeve da ku ew azad bibe û got:"Divê hemû kesên ku dixwazin doza kurd û aloziya Rojhilata Navîn çareser bibe, li ser fikrê rêbertî têbikoşin."

Munzur di dawiyê de got ji bo azadkirina rêber Abdullah Ocalan, ew li ser asta Rojhilata Navîn amadekariya belgeyeke qanûnî dikin û ev agahî parve kir: “Ji bo ku hemû pêkhate û gel fikrê rêbertî nas bike, em belavokên pênasekirina fikrê rêber Abdullah Ocalan amade dikin.”

(şx)

ANHA