Ciwanên Minbicê sûcên dagirkeriya Tirk ên li Şengalê şermezar kirin

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ên Minbicê têkildarî êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Şengal, Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da.

Ciwanên Minbicê sûcên dagirkeriya Tirk ên li Şengalê şermezar kirin
18 tebax, 2021   18:07
MINBIC

Hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbicê Ehmed El-Cimêlî bi beşdariya endamên ciwanan û Yekitkya Jinên Ciwan li çerxerêya Sebi Behrat a rojavayê bajêr daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Em sûcên dewletên kapîtalîzmê di serî de jî dewleta Tirk a faşîst ên li dijî sivîlan şermezar dikin.

Dewleta Tirk a faşîst û AKP’ê ji dehan salan ve hewl didin mirovê azad qetil bikin, gelan ji bo desthilata xwe bihelînin. Ji ber wê balafirên şer ên dewleta Tirk a faşîst êrişî nexweşxane û şêniyên Şengalê kirin ku di encamê sivîl şehîd bûn û birîndar çêbûn.

Sûcên dagirkeriyê li pêş çavên tevahî cîhanê pêk tên, lê bê deng in, em bêdengiya wan li hember sûc û komkujiyên dagirkeriya Tirk şermezar dikin.

Ev tevahî derbe û êrişên dagirkeriya Tirk, ji ber li Avaşîn, Zap û Metînayê bi destê Bazên Zagrosê gelek zirar dîtin. Dewleta Tirk bi êrişên xwe hewl dide projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan derbe bike. Ji ber ev projeyê gel ji bindest û zulmê rizgar kir. Her wiha tevahî dizanin ku projeya rêber Ebdullah Ocalan projeya azadiya tevahî gelên Rojhilata Navîn e û dewleta Tirk jî bi van êrişan dixwaze vîn û berxwedana gelên azad têk bibe.

Em soz dikin gelê xwe yê li Şengalê ku em li hember êrişên dijmin bê deng namînin û dê bi hemû hêza xwe heta serkeftinê berxwedan û têkoşînê raber bikin."

Daxuyanî bi diruşmên silavkirina berxwedana gelên azad bi dawî bû.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/JeAJorNZZmg" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>