‛Divê ciwanên Kurd tev li refa berxwedana li dijî dagirkeriya Tirk bibin’

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekiitiya Jinên Ciwan bang li ciwanên Kurd kir ku tev li refên berxwedanê bibin û li dijî artêşa Tirk a dagirker tê bikoşin û wiha got: "Êrişên dagirkeriyê yên li dijî Şengalê bi hevkariya civaka navneteweyî, dewleta Iraqê û PDK’ê ne."

‛Divê ciwanên Kurd tev li refa berxwedana li dijî dagirkeriya Tirk bibin’
18 tebax, 2021   18:55
QAMIŞLO

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwanên ên navçeya Dêrikê ya Qamişlo ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Şengalê protesto kirin.

Di demekê de ku artêşa Tirk a dagirker asta êriş û komkujiyên xwe li dijî sivîlên li Şengal, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dikin, ciwanan protesto kirin.

Ciwanan li pêş Çerxeriya Şehîdan a naverasta Dêrikê protesto kirin û pankartên "Azadiya Apo azadiya me ye", "Berxwedana gerîla rûmeta me ye", "Zarokên me qetil nekin" û "Ji şerê li dijî zarokatiyê re na" hildan.

Ciwanan di prostestoyê de deqeyeke rêz girtin, dûvre endama Yekitiya Jinên Ciwan Feyroz Demir daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Artêşa Tirk a dagirker bê ser û ber û bi hedefa qirkirinê êrişî Şengal û Zirganê û tevahî Kurdistanê dike. Armanc ji van êrişan komkujiyan li dijî gelê me pêk bînin.

Ev êrişên li dijî gelê me bi hevkariya Amerîka, civaka navneteweyî, dewleta Iraqê û PDK’ê pêk tên, divê tevahî vê yekê bizanibin ku bi têkoşîn û berxwedanê em ê tevahî êriş û komployan têk bibin.

Divê ciwanên Kurd bibin piştgirê şervan û gerîlên li eniyan û tev li refên berxwedanê bibin û li dijî artêşa Tirk a dagirker tê bikoşin."

(fr)

ANHA