Dr. Enter Sîno: Du sivîlên bi giranî birîndar bûne ji Zirganê gihaştin Hesekê

Serokê bijîşkan ê Nexweşxaneya Gel a Hesekê Dr. Enter Sîno da zanîn ku du sivîlên bi giranî di encama topbarana dagirkeriya Tirk li dijî Zirganê de birîndar bûn gihaştin nexweşxaneyê û birîndarên din baş bûn.

Dr. Enter Sîno: Du sivîlên bi giranî birîndar bûne ji Zirganê gihaştin Hesekê
18 tebax, 2021   17:59
HESEKÊ

Duh navçeya Zirganê ji hêla dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ve bi dijwarî hat topbarankirin, di encamê de bi dehan birîndar çêbûn, zarok û jinekê jiyana xwe ji dest da.

Ji ber ku rewşa birîndaran xeter bû, ji nexweşxaneya Dirbêsiyê rakirin Nexweşxaneya Gel a Hesekê.

Navên birîndarên ku gihaştin Nexweşxaneya Gel a Hesekê wiha ne; Fehîme Elo (55), Dawûd Derwîş (60) û keça wî Narîman Derwîş (30), zaroka bi navê Gulistan Mehmûd Elo bi temenê salek û nîv, Ebdullah Yusif (8 meh) û Hisên Îbrahîm Hemîd (25).

Têkildarî rewşa birîndaran, serokê bijîşkan a Nexweşxaneya Gel a Hesekê Dr. Enter Sîno ji ajansa me re axivî û wiha got: "Duh di encama topbarana dagirkeriyê li dijî Zirganê de 6 birîndar hatin nexweşxaneyê, di nav de jî 2 zarok hebûn."

Sîno wiha domand: "Rewşa 2 birîndaran giran bû, yek jî zarokê bi navê Ebdullah Yusif (8 meh). Ew zarok di milê xwe yê çepê de birîndar bûbû, parçe tê de bûn û nikarî nefes bikişanda."

Sîno eşkere kir ku têkildarî jina bi navê Fehîme Elo, ew di zikê xwe de birînar bûye û rakirina odeya emeliyetan, zikê wê qelişandin, parçe jê derxistin û hinek ji mîdeya wê qut kirin. Niha rewşa wê aram e û di bin çavdêriyê de ye.

Dr.Enter Sîno di dawiyê de got birîndarên din jî di sing, serî, lingên xwe de birîndar bûbûn, lê rewşa aram bû û piştî dermankirinê ji nexweşxaneyê hatin derxistin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/mQgDRe-ELZ0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>