Piştî topbarana dijwar, polîsa leşkerî ya Rûsyayê serdana navçeya Zirganê dike

Di van kêliyan de polîsa leşkerî ya Rûsyayê serdana malên sivîlan ên navçeya Zirganê ya kantona Hesekê dike ku ji ber topbarana dewleta Tirk zirar dîtine.

Piştî topbarana dijwar, polîsa leşkerî ya Rûsyayê serdana navçeya Zirganê dike
18 tebax, 2021   13:20
HESEKÊ

Duh bi şev dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi dehan topan bi awayekî bêserûber naverasta navçeya Zirganê û gundewarê wê kirin hedef.

Di encamê de zirarên mezin gihaştin malên sivîlan û gelek windahî çêbûn.

Piştî topbarana dijwar, di van kêliyan de şandeyeke rûsî ku ji du panzêran pêk tê, serdana malên sivîlan û deverên top lê ketine dike.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/8D08D7hN3M8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>