Kongreya Star li Til Birakê panelek li dar xist

Kongreya Star ji jinên navçeya Til Birak a Qamişloyê re panelek li dar xist û got sererastkirina civakê bi pêşxistina rola jinan di civakê de û pêkanîna azadiya wê dest pê dike.

Kongreya Star li Til Birakê panelek li dar xist
Kongreya Star li Til Birakê panelek li dar xist
Kongreya Star li Til Birakê panelek li dar xist
Kongreya Star li Til Birakê panelek li dar xist
Kongreya Star li Til Birakê panelek li dar xist
Kongreya Star li Til Birakê panelek li dar xist
Kongreya Star li Til Birakê panelek li dar xist
18 tebax, 2021   13:27
QAMIŞLO

Kongreya Star li hola dikeya şanoyê ya Navenda Çand û Hunerê ya Til Birakê bi beşdariya bi dehan jinên navçeyê panelek li dar xist.

Panel bi deqeyeke rêxistinê dest pê kir, dûvre endama rêveber a Koordînasyona Kongreya Star a Qamişlo Sena Xelîl Mihemed axivî.

Sena Xelîl Mihemed behsa rewşa siyasî ya li herêmê bi giştî û astengiya li beramberî jinan kir û hin çareseriyên ku rola jinan di civakê de bi pêş dixin pêşkêş kirin.

Sena Mihemed wiha got: "Şoreş û destkeftiyên li herêmê pêk hatine ne tiştekî normal bû. Her wiha jinan di şoreşê de rola pêşengtiyê list."

Sena Mihemed da zanîn ku sererastkirina civakê bi pêşxistina rola jinan û pêkanîna azadiya wê dest pê dike.

Piştre endama rêveber a Kongreya Star Ibtîsam El-Hisên deriyê nîqaş li pêş beşdaran vekir û guhdarî nêrînên jinan ên ji bo pêşxistin û xebata wan kir.

(fr)

ANHA